​​​​​​​Operasyonên lêgerînê li Hesekê didomin

Operasyonên lêgerînê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê li taxên bajarê Hesekê berdewam dikin. Operasyon gihaştin taxên Xeşman û El-Salihiyê.

​​​​​​​Operasyonên lêgerînê li Hesekê didomin
​​​​​​​Operasyonên lêgerînê li Hesekê didomin
​​​​​​​Operasyonên lêgerînê li Hesekê didomin
1 sibat, 2022   10:48
HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) operasyonên lêgerînê ya li dijî şaneyên DAIŞ'ê li bajarê Hesekê dewam dikin, piştî ku di 26'ê Çileyê de kontrola girtîgeha Sînaa ya hate ragihandin.

Operasyonên lêgerînê li taxa Xeşman a li bakurê bajêr û El-Salihiye berdewam in. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn li nav kolan û malên her du taxan digerin, piştî bidawîbûna operasyona lêgerînê li taxa Ezîziyê.

Li bajarê Hesekê îro bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û dewriyeyên wê bi cih bûne, piştî bidawîkirina qedexeya derketina derve û sînordarkirina wê bi qismî, ku ji saet 6'ê êvarê heta saet 6'ê sibehê dê bikeve meriyetê.           

(dx)

ANHA