Li Minbicê şehîdên meha Çileyê li ser gorên wan hatin bibîranîn

Şêniyên bajarê Minbic û gundewarê wê şehîdên meha Çileyê li ser gorên wan bi bîr anîn.

31 ÇILE, 2022   16:24
MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan, şêniyên bajarê Minbic û saziyên sivîl û leşkerî, tev li merasîma bibîranîna şehîdên meha Çileyê bûn ku li goristana Şehîdan a başûrê bajêr hate lidarxistin

Destpêkê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed El-Şêx axivî û hemû şehîdên di oxira vejînkirina welêt de, canên xwe feda kirine, silav kir û got: "Şehîd mûmek in ji bo zindîkirina kesên din dişewitin."

El-Şêx soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadî, edalet û wekheviya di civakeke exlaq û polîtîk de da.

Merasîma bibîranîna şehîdan bi vêxistina mûmên li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

(eh)

ANHA