Şêniyên Kobanê pêşwaziya cenazeyên şehîdên berxwedana Hesekê kirin

Cenazeyên 12 şehîdên pêngava "Gurzê Gelan" ya li Hesekê gihaştin bajarê Kobanê û dê sibe bi merasîmekê werin veşartin.

Şêniyên Kobanê pêşwaziya cenazeyên şehîdên berxwedana Hesekê kirin
31 ÇILE, 2022   15:50
KOBANÊ

Cenazeyên 12 şehîdên Pêngava  "Gurzê Gelan" ya li hemberî êrişên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê gihaştin Kobanê.

Şêniyên Kobanê, pêşwaziya cenazeyên şehîdên Pêngava "Gurê Gelan" Mahir Mihemed Bozan, Nîhad Şêx Mûsa, Mihemed Hinkê, Îsamîl Mihemed Elî, Bozan Muslim Xelîl, Mihemed Îsmet Wal, Elî Îsmaîl, Feysel Sadûn, Heysem Nebo Mihemed, Mehmûd Remzî û Hisên Kino kirin.

Li gorî Meclisa Malbatên Şehîdan, cenazeyên şehîdan wê sibe saet 12:00'an li goristana Şehîd Dicle werin veşartin.

ANHA