Li Şedadê şehîdên Pêngava ''Gurzê Gelan'' hatin oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê û gund û bajarokên başûrê Hesekê cenazeyê 6 şervanên QSD`ê ku di Pêngava ''Gurzê''Gelan de şehîd bûne, oxir kir.

31 ÇILE, 2022   15:19
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê, gund û bajarokên başûrê bajarê Hesekê cenazeyê şervanên QSD'ê Xalid Semîr El-Hemûd, Îsmaîl Xilêf El-Hemed, Sufiyan El-Ehmed, Xidir Elî El-Mihêmîd, Ehmed Xalid El-Xedîr û Ebdulqadir Rafih El-Rizic ku di encama bersivdayîna êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê şehîd bûne, li goristana Şehîdan a Şedadê, veşartin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate lidarxistin.

Di merasîmê de Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Sayil El-Zoba wiha axivî: "Şehîdan nirx û rûmeta gelan parastin. Zilma li ser gel û xaka xwe qebûl nekirin û ji ber wê jî ji bo parastina welatê xwe canê xwe feda kirin."

Sayil El-Zoba di axaftina xwe de soza parastina destkeftiyên ku bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin, da.

El-Zoba wiha pêde çû: "Mademî ku dewleta Tirk heye, şaneyên DAIŞ`ê dê çalak bin. Ji ber wê jî divê em bi roj û şev têbikoşin da ku çavkaniya tarîtiyê ku gefan li aramî û ewlehiya herêmên me dixin, tune bikin."

Her wiha Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Olî ya Şedadê Ehmed El-Eshed jî îşaret bi rola QSD`ê û berdêlên ku ji bo pêkanîna aramî û ewlehiyê li herêmê didin kir û ev tişt anî ziman: "Em li vir in da ku lehengên ku ji bo azadî û rûmetê canê xwe feda kirin, oxir bikin. Şehîdan Reqa, Dêrazor û Minbicê rizgar kirin û li hember şaneyên DAIŞ`ê li Hesekê û li her deverê ji bo gel, welat û rûmetê, li ber xwe dan."

Paşê wesîqeta her 6 şehîdan ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat Îbrahîm ve hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Malbatan jî soza şopandina rêya şehîdan heta bidestxistina serkeftinê  da.

Di dawiyê de cenazeyê şehîdan di nava dirûşme û tilîliyan de hatin veşartin.

(bx)

ANHA