​​​​​​​Nivîsgeha Parastina Mafên Zarokan: Divê cezayê herî giran li kujerê Yasmînê bê birîn

Nivîsgeha Parastina Mafên Zarokan a Tebqayê piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerê Yasmînê ya 5 salî girt, bang li aliyên têkildar kir ku cezayê herî giran li kujer bibirin.

​​​​​​​Nivîsgeha Parastina Mafên Zarokan: Divê cezayê herî giran li kujerê Yasmînê bê birîn
31 ÇILE, 2022   11:31
TEBQA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku kujerê zaroka bi navê Yasmîn girtiye û eşkere kir ku kujer, birayê mezin ê Yasmînê ye û 2 xwişkên wê jî pê re girtine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de got li gorî delîlên berhevkirî û rapora tiba edlî, sûc hatiye tespîtkirin û birayê mezin ê Yasmînê li xwe mikur hatiye ku ew sûc kiriye.

Têkildarî mijarê Nivîsgeha Parastina Mafên Zarokan bi daxuyaniyekê ev sûcê hovane yê li dijî Yasmînê şermezar kir.

Hevseroka nivîsgehê Fatme El-Seyd bang li dadgehê kir ku cezayê herî giran li sûcdar bibire. Her wiha bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku qanûna mafên zarokan bixe meriyetê da ku rê li pêşiya sûcên wiha bê girtin.

(şx)

ANHA