Nivîsgeha Kar û Barên Olî: Divê civata navneteweyî dosyaya çeteyên DAIŞ`ê çareser bike

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Olî ya Şedadê bang li civata navneteweyî kir ku helwesteke durist li hember çeteyên DAIŞ`ê nîşan bidin, her wiha bang li gelê herêmê kir ku piştgiriya QSD`ê bikin.

Nivîsgeha Kar û Barên Olî: Divê civata navneteweyî dosyaya çeteyên DAIŞ`ê çareser bike
31 ÇILE, 2022   05:20
HESEKÊ - BASIM EL-DEXÎL

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî rizgarkirina Baxozê ji çeteyên DAIŞ`ê di Adara 2019`an de, bang li civata navneteweyî kir ku dosyaya çeteyên girtî çareser bike. Lê bangewaziyên Rêveberiya Xweser bê bersiv man.

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Olî ya Şedadê Mela Ehmed El-Esad îşaret bi xetereya DAIŞ`ê kir û got: “Êrişa şaneyên DAIŞ`ê û çeteyan li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê û taxên bajêr, bi destê piştevanên van koman hate plankirin, mîna dewleta Tirk. Ji bêdengiya civata navneteweyî diyar dibe ku ew jî di vê êrişê de şirîk in.”

Mela Ehmed El-Esad destnîşan kir ku armanca sereke ya êrişa DAIŞ`ê û alîgirên wê, têkbirina ewlehiya herêmê ye ku di bîn sîwana QSD û Rêveberiya Xweser de pêk hat û wiha axivî: “Ji ber êrişê, gelek sivîl û leşker şehîd bûn û hin jî neçar man ji warên xwe derkevin û biçin cihên ewle.”

El-Esad diyar kir ku xetereya DAIŞ`ê ne nû ye, bi hezaran çete di girtîgehan de ne û malbatên wan di kampan de ne, heke dewletên ku hemwelatiyên wan di nava DAIŞ`ê de hene welatiyên xwe hilnedin, xetere dê dewam bike.

Mela Ehmed El-Esed ev li gotinên xwe zêde kir: “Me bi navê gelên herêmê bi hezaran caran bang kir ku dadgeh werin avakirin an jî ev çete vegerin welatên xwe da ku xetereya wan bi dawî bibe, lê heta niha civata navneteweyî û NY`yê tu helwestek nîşan nedaye. Ez bang li xelkê herêmê dikim ku bibin yek û li rex QSD`ê li hember êrişan li ber xwe bidin.”

Mela Ehmed El-Esed di dawiyê de bang li şêniyan kir ku destkeftiyên şoreşê biparêzin û rêya şehîdan berdewam bikin.

(şx)

ANHA