Rûspiyên êlên Ereb: Armanca êrişa dawî ya DAIŞ'ê têkbirina Rêveberiya Xweser e

Şêx û rûspiyên êlên Ereb diyar kirin ku êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa komployeke ku  ji aliyê Tirkiyê ve hatiye plankirin û  gotin: "Bi saya QSD'ê û hevgirtina gel ev komplo vala hate derxistin."

Rûspiyên êlên Ereb: Armanca êrişa dawî ya DAIŞ'ê têkbirina Rêveberiya Xweser e
31 ÇILE, 2022   02:36
HESEKÊ- MEHMÛD IBÊD

Şaneyên çeteyên DAIŞ'ê di 20'ê Çileyê de êrişî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a başûrê bajarê Hesekê kirin da ku çeteyên di girtîgehê de birevînin û Hesekê bixin bin kontrola xwe.

Rûspiyên êlên Ereb diyar kirin ku êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên ku ji taxên Xiwêran û Zihûr dest pê kiribûn, hemwextî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatin ku bi desteka îstixbarata dewleta Tirk û hikumeta Şamê ye.

Têkildarî êrişê, şêx û rûspiyên êlên Ereb gotin ev êriş hewldaneke nû ye ji bo têkbirina tevna civakî û biratiya gelan e.                                

' KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ JI BO TÊKBIRINA DESTKEFTYÊN RÊVEBERIYA XWESER E '

Nûnerê êla Sada li Sûriye û Iraqê, Şêx Hisên Sada da zanîn ku bûyera ku li Xiwêran qewimî komployeke navneteweyî ye ku ji aliyê rejîma Tirk û saziyên îstixbaratî yên hin welatên cîhanê ve hatiye plankirin da ku aramiya herêmê û destkeftiyên Rêveberiya Xweser têk bibin.

Şêx Hisên El-Sada got, plana wan têk çû û wiha domand: "Hêzên me bi lez mudaxele kirin, terorîst zeft kirin. Heger planên wan bi ser ketibana em ê vegeriyana çargoşeya pêşîn. Lê Hêzên Sûriya Demokratîk li hemberî wan bûn mertal û bi saya hevgirtina şêniyên herêmê komplo vala hate derxistin."

Sada diyar kir ku QSD'ê ku ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên dikarin herêmê biparêzin û got: "Divê Tirkiye zanibe em zarokên Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk dikarin bi qehremanî welatê xwe biparêzin."

'PÊKHATEYÊN HERÊMÊ HEVGIRTÎ NE'

Nûnerê êla Sada li Sûriye û Iraqê bal kişand ser hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha dom kir: "Ez ji cîhanê re dibêjin ku hewldanên Tirkiyê yên ji bo belavkirina fitneyê wê bi ser nekevin, ji ber ku pêkhateyên herêmê hevgirtî ne. Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Çerkez yek in û dê li hemberî hemû komployên ku li dijî me têne plankirin, bisekinin."

' RÊVEBERIYA VAN ÇETEYAN ERDOGAN Û REJÎMA WÎ YE '

Rûspiyê êla Bekê, Ehmed Şilaş destnîşan kir ku plana êrişa li ser girtîgeha Sînaa ji aliyê saziyên îstixbarata Tirkiyê ve hatiye amadekirin û got, rêveberiya van çeteyan Erdogan û rejîma wî ye.       

      

Şêxê êla El-Xewatnê, Mehmûd Ebdulhemîd êrişên dawî yên li ser girtîgeha Sînaa şermezar kir û got, armanc ji vê êrişî têkbirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her wiha got, destê dewleta Tirka  dagirker di vê êrişê de heye.               

Ebdulhemîd anî ziman ku piştgiriya êlên Ereb û Kurd û pêkhateyên cuda ji Rêveberiya Xweser û QSD'ê re, misogeriya pûçkirina komployan e.

Ebdulhemîd bang li Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî kir ku erkên xwe pêk bîne, çeteyên DAIŞ'ê darizîne û zextê li welatan bikin ku welatiyên xwe yên ku tev liDAIŞ'ê bûne werbigirin.

Rûspiyê êla Şerebîn, Ehmed Ezîz destnîşan kir ku ev êriş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye amadekirin ku armanca wê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e û got: "Tişta ku Tirkiye dixwaze bi êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, belavkirina tevlihevî û şerê birakujiyê ye."

Ehmed Ezîz piştgiriya xwe bi QSD'ê re nîşan da û bang li civata navneteweyî kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin.

(dx)

ANHA