Arif Himamî: Îtîrazkirina namzetiya Zêbarî ya ji bo serokomariyê qanûnî ye

Parlamenterê dewleta yasa Arif Himamî diyar kir ku îtîrazkirina namzetiya Hoşyar Zêbarî ya ji bo serokomariya Iraqê qanûnî ye û ji PDK’ê û YNK’ê xwest li ser namzetkirina kesekî rêzdar li hev bikin.

Arif Himamî: Îtîrazkirina namzetiya Zêbarî ya ji bo serokomariyê qanûnî ye
30 ÇILE, 2022   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê dewleta yasa Arif Himamî da zanîn ku ji ber ku navê Hoşyar Zêbarî yê PDK’î li gel dosya gendeliyê heye , îtîrazkirina namzetiya wî ya ji bo serokomariya Iraqê qanûnî ye û got: “Her kesê ku propagandaya reformê bike, divê wî kesî ji bo serokomar hilbijêr in kesayetiya wî ji gendeliyê dûr be. Hêvîdar in ku her du partiyên Kurd li ser kesayetekî rêzgar li hev bikin û ji bo serokkomariyê bikin namzet.”

Ji bo serokomariya Iraqê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî kiriye namzet û li hember Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) jî Dr. Berhem Salih kiriye namzet.

Li gorî biryara Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê wê di 7’ê Sibatê de parlamento ji bo hilbijartina serokomar bicive.