Dewleta Tirk wêrankirina mîrasa dîrokî ya Efrînê didomîne

Li kantona Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, sûcên dermirovî, talankirina xweza û şûnwaran bênavber didomin.

Dewleta Tirk wêrankirina mîrasa dîrokî ya Efrînê didomîne
Dewleta Tirk wêrankirina mîrasa dîrokî ya Efrînê didomîne
Dewleta Tirk wêrankirina mîrasa dîrokî ya Efrînê didomîne
Dewleta Tirk wêrankirina mîrasa dîrokî ya Efrînê didomîne
Dewleta Tirk wêrankirina mîrasa dîrokî ya Efrînê didomîne
Dewleta Tirk wêrankirina mîrasa dîrokî ya Efrînê didomîne
Dewleta Tirk wêrankirina mîrasa dîrokî ya Efrînê didomîne
Dewleta Tirk wêrankirina mîrasa dîrokî ya Efrînê didomîne
31 ÇILE, 2022   00:38
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker di 20`ê Çileya 2018`an de bi awayekî hovane êrişî kantona Efrînê kir. Beriya dagirkirinê Efrîn zêdetirî 500 hezar kes ji şêniyên herêmên cuda yên Sûriyê ku ji be şer reviyane, hemêz kiribû.

Dewleta Tirk ji roja yekemîn a êrişan ve, mîrasa çandî ya herêmê kir hedef da ku nasnameya Efrînê tune bike. Ji ber wê di 21`ê Çileya 2018`an de perestgeha dîrokî ya Eyn Dara topbaran kir. Li gorî Gerînendîtiya Şûnwaran a kantona Efrînê, ji ber topbarana dewleta Tirk, Eyn Dara bi temamî wêran bû.

Beriya dagirkirinê, bi dehan cihên dîrokî li kantona Efrînê hebûn ku şaristanî û çanda herêmê nîşan didan.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên li ser Efrînê de, gelek cihên dîrokî kirin hedef, jê Eyn Dara, Nebî Hûrî, Girê Cindirêsê û zirarên mezin gihandin wan.

Ruxmî şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantonê û şêniyên wê, lê dewleta Tirk piştî ku kantona Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de dagir kir, mîrasa çandî ya kantonê wêran kir.

UNISCO`yê metirsiyên xwe ji bandora rewşa li bakurê Sûriyê li ser sivîlan û mîrasa çandî ya herêmê rave kir. Lê tiştek nekir.

Dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina Efrînê, talankirin û wêrankirina şûnwaran didomîne, berhemên dîrokî vediguhêzîne Tirkiyê û dewletên Ewropayê. Ji cihên dîrokî yên herî zêde hatine talankirin, Nebî Hûrî ye.

Hevserokê Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê Selah Sîno ji ajansa me re axivî û got: “Hikumeta Şamê û civata navnetweyî li hember wêrankirina cihên dîrokî, bi taybet perestgeha Eyn Dara ji aliyê dewleta Tirk ve, tu tedbîrên cidî negirtin. Raporên ku civata navneteweyî û hikumeta Şamê derxistine, ji bo parastina cihên dîrokî tu tişt nekir.”

Sîno wiha domand: “Sûcên dewleta Tirk a dagirker di aliyê çapemeniyê de hatin bikaranîn, lê tu zext li Tirkiyê nekir da ku êrişên xwe yên hovane rawestîne. Berdewama wêrankirina cih û girên dîrokî bi alavên giran îsbata vê yekê ye.”

Selah Sîno destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê, cihên dîrokî kirine baregehên leşkerî. Çeteyên ''Cebhe Sûriye ya Rizgariyê'' piştî wêrankirina Eyn Darayê, baregehek li girê Eyn Darayê ava kir.

Li gorî Gerînendetiya Şûnwaran a herêma Efrînê, dewleta Tirk a dagirker bi rêya moşek û balafirên şer bi rêjeya ji sedî 60 perestgeha Eyn Darayê wêran kir.

Sîno diyar kir ku piştî dagirkirinê hemû cihên dîrokî bi rêjeya ji sedî 100 hatine wêrankirin.

Hevserokê Gerînendîtiya Şûnwaran a herêma Efrînê Selah Sîno di dawiyê de got: “Ji roja yekemîn a êrişan ve, peyama dewleta Tirk diyar bû; wêrankirina mîrasa dîrokî û tunekirina nasnameya şêniyên resen ên herêmê û berovajîkirina dîrokê wê ye.”

(şx)

ANHA