HPC: “Gurza Gelan” komploya li dijî gelên herêmê têk bir

Hêzên Parastina Civakê ya navçeya Çilaxa bi daxuyaniyekê diyar kir ku pêngava “Gurza Gelan” komploya li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bir û got şerê gelê şoreşgerî û yekitiya pêkhateyên herêmê bingeha azadiya civakê ye.

HPC: “Gurza Gelan” komploya li dijî gelên herêmê têk bir
30 ÇILE, 2022   13:06
QAMIŞLO

Êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê li ser astên navneteweyî û herêmê hat şermezarkirin. Şêniyan bê teredud herêmên xwe parastin, daketin qadan û kolanan da ku bi hêzên ewlehiyê re parastina herêmên xwe bikin.

Di vê çarçoveyê de Hêzên Parastina Civakî (HPC) ya navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê, destnîşan kir ku ew amade ye piştgiriya berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) a li hember terorê bikin. HPC`ê têkildarî vê yekê daxuyanî da ku ji aliyê endamê rêveber ê HPC`ê ya Çilaxa Ferec Hisên ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de HPC`ê fedekariyên QSD û hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir.

Di daxuyaniyê de HPC`ê diyar kir ku piştî serkefitnên ku hêzên leşkerî û ewlehiyê li herêmê pêk anîne, komplo li dijî herêmê zêde bûn da ku vîna gelên herêmê û projeya wan a demokratîk têk bibin. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk û hikumeta Şamê bi tevlêbûna şaneyên DAIŞ`ê ev êriş plan kir.

HPC`ê di daxuyaniyê de eşkere kir ku armanca sereke ya êrişa li ser girtîgeha Sînaa, şikandina vîna gelên herêmê û tunekirina destkeftiyên ku hatine bidesxistin.

HPC`ê di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Pêngava Gurza Gelan komploya li dijî herêmê têk bir. QSD`ê destanên lehengiyê nivîsandin û şerê gelê şoreşgerî û yekitiya gelan bingeha azadiya civakê ne. Gel bi QSD`ê re ye û dê destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin.”

(şx)

ANHA