‘Parlamentoya Baskê amadehiyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike’

Parlamantera Baskê Oihana Etxebarrieta diyar kir ku piştî parlamentoya Katalonyayê, parlamentoya Baskê jî amadehiyên naskirina Rêveberiya Xweser dike û got divê di zûtirîn demê de Rêveberiya Xweser bi awayekî sazûmanî were naskirin da ku çeteyên DAIŞ’ê di dadgeheke navneteweyî de bên darizandin.

‘Parlamentoya Baskê amadehiyên naskirina statuya Rêveberiya Xweser dike’
30 ÇILE, 2022   05:06
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Metirsiya DAIŞ'ê ku pirsgirêkeke gerdûnî ye lê hewl tê dayîn ku wek pirsgirêkeke herêmî bê dîtin. Ji ber nêzîkatiya xemsar a hêzên navneteweyî careke din çeteyan hewl da li Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziyê derxin.

Zêdetirî 12 hezar çeteyên DAIŞ'ê yên li herêmê, ji 50 welatên cuda ne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên QSD'ê gelek caran cidiyeta rewşê diyar kir û banga darizandina çeteyan û malbatên wan kir.

Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakên Afrîka, Japonya û gelek cihên din ên hatin pêşkêşkirin. Tevî hemû hewldanan jî civaka navneteweyî di vê mijarê de gaveke şênber neavêtiye.

Ji bo ku dadgehek were avakirin, bangên naskirina statuya herêmê didomin. Parlamentera parlamentoya Baskê Oihana Etxebarrieta jî heman bang kir û têkildarî mijarê ji ANHA'yê re axivî.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê cara yekemîn di 20'ê Cotmeha 2021'an de bi piraniya dengan ji aliyê parlamentoya Katalonyayê ve hate naskirin. Parlamentoya Baskê jî amadehiyên naskirinê dike.  Parlamantera Baskê Oihana Etxebarrieta diyar kir ku hewl didin ku parlementoya Baskê Rêveberiya Xweser nas bike û got: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî rewabûna civakî ye û pêwîstiya wê bi meşrûiyeta sazûmanî heye."

Oihana Etxebarrieta diyar kir ku êrişa li Hesekê ji ber desteka kêm a hêzên navneteweyî pêk hat û got: “Ji bo ku ev xetere bi dawî bibe, divê hêzên navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bînin û vê pirsgirêka hevpar nîqaş bikin."

'EM Ê HER TIM PIŞTGIRIYÊ BIDIN TÊKOŞÎNA WAN'

Oihana Etxebarrieta silav li berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û îşaret bi têkoşîna Rêveberiya Xweser kir û wiha axivî: "Em wek hêzeke têkoşer pê dizanin ka biryardayîn û rêvebirina polîtîkayê li gel raya giştî û bi tevlêbûna wê çi qas girîng e. Em ê her tim piştgiriya têkoşîna Rêveberiya Xweser bikin û em ê li cem wan bin."

'DIVÊ DADGEHA NAVNETEWEYÎ DEMILDEST BÊ AVAKIRIN'

Oihana Etxebarrieta got êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê di encama desteka kêm a civata navneteweyî de pêk hat û wiha dewam kir: “Ji niha û pê ve divê hêzên navneteweyî û her kes bi berpirsyariay xwe rabe."

Oihana Etxebarrieta bi bîr xist ku ew QSD û Rêveberiya Xweser ji bo hemû mirovahiyê li dijî DAIŞ'ê şer kir lê belê tu dewletan çeteyên girtî yan jî malbatên wan ên welatiyên xwe wernegirtine. Oihana Etxebarrieta diyar kir ku divê êdî her kes bi berpirsyariya xwe rabe û got: "Ji bo darizandina van çeteyan divê di zûtirîn demê de dadgeheke navneteweyî were avakirin. Ev dadgeh gelekî girîng e ku bikare berpirsyariya hevpar nîqaş bike."

'EM ALÎGIRÊN NASKIRIN Û DESTEKKIRINA STATUYÊ NE'

Oihana Etxebarrieta destnîşan kir ku divê Rêveberiya Xweser di asta navneteweyî de were naskirin û got: "Bi qasî ku meşrûiyet ji welatîbûna xwecih tê, divê di vê cîhana globalbûyî de derfetên tifaqê û têkiliyên navneteweyî bên afirandin. Mimkûn e ku parlementoyek were naskirin ku tê de mafê biryarê yê piraniyê ye. Naskirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxwazeke rêxistinên cuda û tevgerên herêmî ye jî. Em alîgirên naskirin û destekkirina wê ne."

'HEWCEDARÎ BI MEŞRÛIYETA SAZÛMANÎ HEYE'

Oihana Etxebarrieta got piştî ku parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser nas kir, dewleta Tirk gef li Spanyayê xwarin û wiha axivî: "Xuya ye ku dîplomasiya Tirk li ku derê dibe bila bibe, li pey daxuyanî û biryarên li dijî berjewendiyên Kurdan e."

Her wiha Oihana Etxebarrieta got dema parlamentoya Baskê Rêveberiya Xweser nas bike, dê rêyên xebatên hevpar ên sazûmanî jî vebin û wiha lê zêde kir: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku xwedî rewabûna civakî ye, pêdiviya wê bi meşrûiyeta sazûmanî heye. Em wek koma EH Bildu ji bo ku parlamentoya Baskê statuyê qebûl bike, dixebitin."

ANHA