Şêx û rûspiyan piştigiriya xwe ji Rêveberiya Xweser û QSD'ê re nîşan da

Şêx û rûsipiyên êlên Ereb piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD'ê anîn ziman û gotin, ew hemû plan û komployên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û hikumeta Şamê red dikin.         

Şêx û rûspiyan piştigiriya xwe ji Rêveberiya Xweser û QSD'ê re nîşan da
29 ÇILE, 2022   14:56
HESEKÊ

Bi mijara êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê, şêx û rûspiyên êlên Ereb ên ji navçeyên Hol, Til Hemîs û bajarê Hesekê li Holê kom bûn û daxuyanî dan.

Daxuyanî piştî civînê ji aliyê rûspiyê êla El-Bekê, Ehmed Hisên El-Şelaş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Piştî fedekarî û serkeftinên ku Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di şerê li dijî hêzên DAIŞ'ê de bi dest xistine û herêmê ji destê terorê rizgar kirine, pîlan û komployên ji bo têkbirina îradeya gelê me û projeya demokratîk û a belavkirina fitneyê berdewam in."            

Di daxuyaniyê de hat destîşankirin ku êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa û tevgerên wan li taxên Hesekê plana welatên herêmî, di serî de dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyê ye.             

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku alîgirên terorê li herêmê careke din hate xapandin û Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlekariya Hundirîn destwerdan kirin wan û dorpêçeke ewlekarî li herêmê bicih kirin û bi temamî herêm kontrol kirin, ku di encamê de çeteyên DAIŞ'ê xwe radestî QSD'ê kirin.           

Her wiha hate diyarkirin ku gelek şervanên QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gihaştin asta şehadetê û soza parastina welat û welatiyan dan.

Di daxuyaniyê de hate zanîn ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi hevgirtina xwe ya bi hêzên leşkerî re, destanên lehengiyê nivîsandin û peyamek ji çeteyên DAIŞ'û alîgirên wê re şandin ku nikarin planên xwe yên bi armanca vekirina korîdorekê ji DAIŞ û rejîma Tirk û çeteyên wê re ji Til Temirê heta Hesekê û heta kampa Holê, bicih bînin.                

Di daxuyaniyê de hate gotin, şêx, rûspî û oldarên Holê piştgiriyê didin Rêveberiya Xweser û QSD'ê û li ser soza xwe ya parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û tevahî plan û komployên li dijî herêmê red dikin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pêwîst e aliyên navneteweyî yên pêwendîdar bi erkên xwe rabin û çeteyên DAIŞ'ê bên darizandin yan jî vegerin welatên wan da ku aramiya herêmê misoger bibe.

(dx)

ANHA