SOHR:  Li Dêrazorê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li gundekî Dêrazorê li dijî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê êriş pêk hat, di encamê de 4 leşker hatin kuştin û 2 birîndar bûn.

SOHR:  Li Dêrazorê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
29 ÇILE, 2022   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR, li dijî nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Beqresa jêrîn a Dêrazorê êrişek ji aliyê çekdarên nenas ve pêk hat.  Di êrişî de 4 endamên şaxê "217" ya îstîxbarata leşkerî ya hikumeta Şamê hatin kuştin, di nav de fermandarek hebû. Her wiha 2 birîndar bûn.

Duh sibeha jî, li deriyê bajarokê Cidêd Begera yê rojhilatê Dêrazorê termên du endamên "Komên Qatercî" yên hikumeta Şamê hatin dîtin, ku ji bajarokê Bûleyl bûn û di rewşên ne zelal de hatin kuştin.