Li Lîbyayê 23 DAIŞ'î hatin kuştin

Li gorî medyaya lîbyayî, di operasyonên leşkerî yên artêşa Lîbyayê li başûrê rojhilatê welat de, 23 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li Lîbyayê 23 DAIŞ'î hatin kuştin
28 ÇILE, 2022   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî leşkerî yê lîbyayî ragihand, "Yekîneyên leşkerî yên Tugeya Tariq Bin Ziyad û Tugeya 73, Tabûra Leşkerî ya 128'yan ên girêdayî artêşa Lîbyayê li gelek deverên nêzî bajarê Qetrûn ê başûrê rojhilatê bajar operasyonên leşkerî li dar xistin."

Heman çavkanî diyar kir ku di operasyonên serdegirtinê de 20 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û 3 jî xwe teqandin, her wiha got, di şerê li hemberî DAIŞ'ê de  6 leşkerên artêşa Lîbyayê hatin kuştin û hejmarek din birîndar bûn.