Rojnameyên erebî: Pedersen ji pêşketinên siyasî yên li Sûriyê bê hêvî ye

Rojnameyên erebî vê sibê der berê rewşa Sûriyê, têkiliyên Qeter û Amerîkayê û aloziya Sûdanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Pedersen ji pêşketinên siyasî yên li Sûriyê bê hêvî ye
Rojnameyên erebî: Pedersen ji pêşketinên siyasî yên li Sûriyê bê hêvî ye
Rojnameyên erebî: Pedersen ji pêşketinên siyasî yên li Sûriyê bê hêvî ye
28 ÇILE, 2022   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

‘PEDERSEN JI PÊŞKETINA XEBATA SIYASÎ YA LI SÛRIYÊ BÊ HÊVÎ YE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî rojeva Sûriyê wiha nivisî: “Nûnerê taybet ê NY`yê Geir Pedersen got li Sûriyê tu pêşketin di xebatên siyasî de çênebûn. Ji ber ku tu alî bi tenê nikarin nakokiyê bi dawî bikin.

Nûnerê taybet ê NY`yê careke din bang kir ku dan û standinên dîplomatîk ên cidî li dar bikevin. Da ku gelek gav werin avêtin ku dînamîka nakokiyê biguhere, baweriyê di navbera gelên Sûriyê û şîrîkên navnetweyî de çêke, pêşketineke di nêzîkatiya “gav beramberî gavê” de di çarçoveya pêkanîna biryara 2254’an de pêk were.

Cîgirê nûnerê daîmî yê NY`yê Richard Mils got: "Hemleya DYA û Koalîsyonê li dijî derketina DAIŞ`ê dê berdewam bike.”

Her wiha destnîşan kir ku geşedanên dawîn îsbat kir ku xetereya DAIŞ`ê hîna berdewam e û divê agirbest li welêt bi giştî pêk were. Her wiha bang li vekirina deriyên sînor bi giştî kir da ku alîkarî bêyî astengî bigihêje hemûyan. Di nav wan de deriyên Yerûbiye û Bab El-Selam jî hene."

‘QETER LI KENDAVÊ NAVBEYNKAR AN ŞIRÎKÊ WASHINGTONÊ YE!’

Der barê têkiliyên Qeter û Amerîkayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Gelek çavkaniyên agahdar ên kendavî got serdana mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî ji Washingtonê re ku dê bi serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive, ji bo her du aliyan gelekî girîng e. Qeter dixwaze Amerîka rola wê ya li herêmê nas bike. Amerîka jî, dixwaze têkiliyên bi Dohayê re û derfetên wê bi kar bîne da ku astengiyên li pêşiya gelek dosyayan derdikevin, derbas bike mîna dosyaya tevgera Talîbanê.

Çavkaniyên ji Kendavê, destnîşan kir ku ji bo Washingtonê wesifandina rola ku Qeter di gelek dosyayan de dilîze, ne girînge  heke navbeynkarî be yan jî şirîk be. Ya girîng ji bo Amerîka rola ku dixwazin Doha di gelek dosyayan de bilîze. Bi taybet têkiliyên bi Îranê re ku têkiliyên Qeter pê re baş in û dikare peyamên Amerîkayê ragihîne Îranê bi taybet ên girêdayî dosyaya nukleerî.”

`ALOZIYA SÛDANÊ LI BER XITIMÎNA HUNDIRÎN Û ÇARESERIYEKE NAVNETEWEYÎ MAYE’

Girêdayî aloziya li Sûdanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Çavkaniyekî ji Meclisa Serdestiyê ya demkî ya Sûdanê eşkere kir ku gelek însiyatîf ji meclisê re hatin pêşkêşkirin da ku çareseriyek ji aloziya siyasî re bê dîtin. Her wiha piştrast kir ku ev însiyatîf armanc dikin ku hemû alî li ser masaya diyalogê rûnin da ku xebatên veguhastina desthilata li welêt ber bi desthildateke sivîl a demokratîk ve temam bibin.

Her wiha diyar kir ku rola serokê şandeya NY`yê Volker Peretz asta şêwiran derbas nake ku hewl dide aliyên nakok li ser maseya diyalogê bîne cem hev. Heman çavkaniyan got divê çareserî xwecih be.”

(şx)