​​​​​​​Edla Bekir çîroka lehengî û berxwedana Kobanê li hember çeteyên DAIŞ`ê vegot

Destpêka bidawîbûna çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê bû. Edla Bekir şahideke wê berxwedana lehengane ya YPJ û YPG yê ya li Kobanê ye. Dayika Edla serpêhatiyên xwe yên demê ji ajansa me re vegotin.

​​​​​​​Edla Bekir çîroka lehengî û berxwedana Kobanê li hember çeteyên DAIŞ`ê vegot
28 ÇILE, 2022   09:23
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

YPJ û YPG`ê piştî 134 rojan, bajarê Kobanê di 26`ê Çileyê 2015`an de rizgar kir. Ev yek bi berxwedaneke dîrokî hate binavkirin û li tevahî cîhanê deng veda.

Çeteyên DAIŞ`ê di 15`ê Îlona 2014`an de ji 3 aliyan ve êrişî kantona Kobanê kir. Gelê Kobanê, YPJ û YPG`ê bi berxwedaneke xurt bersiva êrişan da. Di dawiyê de berxwedan bi ser ket û pê re Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terora DAIŞ`ê rizgar bû.

Ne tenê herêm ji terora DAIŞ`ê hate rizgarkirin lê belê gelên herêmê bi hemû pêkhate û neteweyên xwe jê rizgar bûn, nexasim jin. Ji ber ku di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de jinan gelek azar kişandin.

Rola jinên Kurd di têkbirina DAIŞ`ê de û tunekirina serweriya wê de diyarker bû. Li hember zîhniyet û serweriya wê li ber xwe dan û berxwedan û têkoşîn li hember teslîmkariyê hilbijartin.

Têkildarî berxwedana lehengane ku YPJ`ê û jinên Kobanê li dijî DAIŞ`ê pêk anî, Edla Bekir ku yek ji wan têkoşeran e ku cihê xwe di nava serkeftinê de girt, serpêhatiyên xwe yên wê demê vegotin.

‘BERXWEDANA JINÊN KOBANÊ BI SAYA FIRKÊN RÊBER OCALAN BÛ’

Dayika Edla Bekir û hin jinên din ên temenmezin li cem şervanan sekinin. Edla got: "Em hêz û îradeya xwe ji wan digirin. Wan jî heman tişt ji me re digot."

Dibe di wê demê de Edla Bekir nikaribû çekê rake lê li gorî derfetên xwe alîkarî da. Tevî hemû zehmetiyên jî xwarin ji şervanan re çêdikirin. Cilên wan dişûştin, birînên wan derman dikirin û tev li merasîma oxirkirina şehîdan dibûn.

Edla Bekir wiha got: "Di şerê Kobanê de navê jina Kurd di rûpelên dîrokê de hate nivîsandin. Dema ku şervanên Kurd ala serkeftinê radikir û tilîlî dikirin, dijmin ji hêza wan ditirsiya."

Edla Bekir destnîşan kir ku jinên Kurd bi saya fikrên rêber Abdullah Ocalan, çeteyên DAIŞ’ê têk birin û wiha domand: "Jin azad nebe civaka azad nabe. Serkeftina Kobanê jî mînaka vê yekê ye."

Edla Bekir da zanîn ku di nava dîrokê de mafên jinan ji wan hatin standin, hatibûn paşguhkirin lê bi belavbûna fikrên rêber Abdullah Ocalan re mafên xwe vegerandin, tev li hemû qadên jiyanê bûn û serkeftin di hemû aliyan de bi dest xistin.

‘GEL LI SERANSERÊ SÎNOR BÛBÛ XELEKEK’

Edla Bekir têkildarî tecrubeya xwe ya di şerê Kobanê de wiha axivî: "Me bêyî tirs û teredut li hember hovîtiya DAIŞ`ê li ber xwe dida. Me nizanîbû ku kîjan kêliyê em tev li karwanê şehîdan bibin. Lê belê dema ku her yek şehîd dibû, hêz û îradeya me ji bo berxwedanê zêdetir dibû."

Edla Bekir behsa desteka gelê Bakurê Kurdistanê ji şêniyên Kobanê re jî kir û wiha pê de çû: "Me destek ji hemû beşên gelê Bakur Kurdistanê wergirt. Çi ji hundirê xaka Bakur bi desteka psîkolojîk ji me re, parastina sînor bi rêya zincîrên mirovî li seranserê sînorê bajarê Kobanê. Wê demê me dît ku em ne bi tenê ne."

Ji her çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê destek ji Kobanê re hat. Xwepêşandan li piraniya bajar û herêmên Kurdistanê û Ewropayê çêbûn. Roja 1`ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hate diyarkirin. Edla Bekir wiha pê de çû: "Şervaneke YPJ`ê bi navê Arîn bi me re bû. Carekê çeka xwe kişand û got, heger ez bi tena xwe bimînin jî ez teslîm nabim. Bi rastî jî em teslîm nebûn û me serkeftin bi dest xist û DAIŞ têk bir."

‘JINÊN KURD BANDOR LI JINÊN CÎHANÊ KIR’

Edla Bekir di axaftina xwe de destnîşan kir ku jinên li cîhanê bi berxwedana lehengî ya jina Kurd li Kobanê, hêz, fikir û zanebûna wê di bersivdayîna êrişên çeteyên DAIŞ`ê de bandor bûn û wiha axivî: "Gelek şervan mîna Arîn, Avêsta bûn sembolên berxwedanê û gelek şervanên din ku ji bo vê xakê canê xwe feda kirin û cîhan ji DAIŞ`ê rizgar kirin."

Dayika Edle Bekir bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Hezkirina welat û parastina wî erka me ye. Di dilê jinên temenmezin de ye jî. Ji bo parastina xak, rûmet û civakê çek rakirine. Piştî Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi hezeran can û parçeyê ji laşên xwe her wiha zarokê xwe ji bo vê xaka pîroz feda kirin. Ev xaka mezinên me ye û îro em wê diparêzin. Nifşên bê jî dê wê biparêzin û dê şopdarên rêya şehîdan bin."

Çirûska Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji bajarê Kobanê di 19`ê Tîrmeha 2012`an de dest pê kir dema ku hêzên hikumeta Şamê ji bajarê Kobanê hatin derxistin. Paşê roniya wê zêd bû û li tevahî bajarê Rojava belav bû. Piştî wê jî bû Şoreşa Jinê. Ji ber jinan berdêlên mezin di nava şoreşê de dan. Ji wan têkoşer Arîn Mîrkan ku teslîmkarî red kir û di 5`ê Cotmeha 2014`an de çalakiyeke fedayî pêk anî û di encama wê de hejmareke mezin ji çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

(bx)

ANHA