​​​​​​​Dilşa Osman: Divê gelên Rojhilata Navîn li sîstema jiyana hevbeş bigerin

Endama Koodînasyona Kongra Star a Ewropayê Dilşa Osman got divê gelên Rojhilata Navîn li koka xwe ya dîrokî vegerin û li sîstema jiyana hevbeş bigerin. Her wiha got berdewamkirina diyalogan ji bo Kurd û Ereban girîng e.

​​​​​​​Dilşa Osman: Divê gelên Rojhilata Navîn li sîstema jiyana hevbeş bigerin
28 ÇILE, 2022   07:41
QAHÎRE - EMANÎ EZAM

Bi vexwendina Navenda El-Quds a Lêkolînên Siyasî û Komîteya Însiyatîfa Kurdî-Erebî ya KNK`ê, kongreye diyaloga erebî-kurdî bi dirûşmeya "Ereb û Kurd; diyalog rêya pêşeroja hevbeş e" li paytexta Urdunê Emanê hate lidarxistin. Bi dehan kesayetên ji Urdun, Filistîn, Misir, Lubnan, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê beşdarî kongreyê bûn.

Têkildarî mijarê endama Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê Dilşa Osman ji ANHA`yê re axivî û got: "Sernavê kongreyê balkêş bû, gelek siyasetmedar, pispor û kesên girîngiyê didin têkiliyên erebî-kurdî yên ji Misir, Urdun, Lubnan, Başûrê Kurdistanê û Ewropayê tev lê bûn."

Dilşa Osman ku beşdarî kongreyê bûbû, got ya ku girîngiyeke kongreyê, hewldanên lidarxistina diyalogên di navbera pêkhateyên herêmê û gelê wê yên cuda de bû, nexasim ku ev kongre qonaxeke wiha girîng de li dar ket û wiha dewam kir: "Her wiha hêvî li ser nîqaşên hatin kirin hene, bi taybet têkildarî pêşeroja têkiliyên di navbera gelên herêmê de, ji ber ku dîrok û çandeke hevpar wan tîne gel hev û heta roja îro parastina hebûna xwe dikin."

Dilşa Osman ev lê zêde kir: "Min behsa diyaloga avakirinê kir ku armanca kongreyê ye, ji ber ku diyalog girîng e. Diyalog zimanê îfadekirinê di navbera gelan de ye. Ev rewş jî berhemên şaristanî û nirxên mirovî ye ji ber ku li ser esasê edalet, wekhevî û jiyana azad e."

Dilşa Osman anî ziman ku dema edalet û wekhevî misoger bibe, wê demê gel bi hêsanî dikare pêşeroja xwe bi awayekî rast û durist destnîşan bike û wiha dom da axaftina xwe: "Ev jî divê li ser bingeha rêgeza çarenûsa herêmê bi hemû cureyên xwe ve be ku di dîrokê de têkelî hev bûne, li aliyekî din jî mafên hemû pêkhateyan ên jiyanê di ber çavan re were derbaskirin û hişmendiya helandina gelan were derbaskirin."

Dilşa Osman diyar kir ku Rojhilata Navîn devera yekemîn bû ku mirov lê bi cih bûn, li Rojhilata Navîn têkiliyên biratî, jiyana hevbeş û aştiyane derketin û wiha domand: "Ji ber vê yekê divê gel û pêkhateyên herêmê li koka dîrokî, şaristanî, çandî vegerin û li sîstema jiyana hevbeş bigerin ku her yek bi nasnameya xwe ya çandî bijî. Ev yek encax bi diyalogên erebî-kurdî pêkan e ku di çarçoveya hewldanên çêkirina têkiliyan de be ku aştî, jiyana hevbeş di navbera gelan de misoger bike, tê de rêzdarî, beşdarbûna aktîf a jinan hebe."

Endama Koordînasyona Kongra Star a Ewropayê Dilşa Osman di dawiyê de got kongreyên bi vî rengî ji bo misogeriya diyalog û nîqaşên di navbera her du gelan de, hembêzgeha herî guncaw û wiha got: "Kongreyên wiha dikarin asoyên jiyana hevbeş vekin û têkiliyên lihevkirin, li ser bingehê berjewendiyên hevbeş ên dîrokî û hevkariya erdîngarî û mîrateya hevgirtî bi pêş bixin.”

 (eh)

ANHA