​​​​​​​Rewşenbîr: Dewleta Tirk hewl dide bi çekên kîmyewî Kurdan tune bike

Rewşenbîran da zanîn ku dewleta Tirk bi rêya bikaranîna çekên kîmyawî hewl dide gelê Kurd qir bike û bêdengiya navneteweyî jî wek firsendekê bi kar tîne da ku siyasetên xwe yên qirkirina Kurdan berdewam bike.  

​​​​​​​Rewşenbîr: Dewleta Tirk hewl dide bi çekên kîmyewî Kurdan tune bike
28 ÇILE, 2022   08:02
QAMIŞLO

Gerîla ji 23'yê Nîsana 2021'an ve li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Di mehên derbasbûyî de artêşa dagirker ji bo têkbirina vê berxwedanê tevahî çekên kîmyewî bi kar anîn.

Her wiha HPG'ê û KCK’ê gelek caran banga avakirina komîteyên navneteweyî yên serbixwe ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve kir, lê hêzên navneteweyî bê deng man.

Rewşenbîrên kantona Qamişloyê piştrast kir ku berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê rewa ye û ji bo tevahî mirovahiyê ye.

‘GERÎLA ŞERÊ XWEPARASTINÊ DIKIN’

Endamê Yekitiya Rewşanbîran a Qamişloyê Cemal Çeçan got: "Dîroka Kurdan tijî komployên navneteweyî ye ku ji aliyê hêzên hegemon ve li dijî wan hatine kirin, her tim rastî siyasetên qirkirin û helandinê hatine.”

Çeçan piştrast kir ku siyasetên qirkirinê yên li dijî Kurdan hê jî dewam dikin, dagirkeriya Tirk di êrişên xwe yên li dijî gerîlayan de çekên kîmyewî bi kar tîne û got: "Ji bo ku dewleta Tirk hebûna xwe biparêze, dê hemû çekên kîmyewî bi kar bîne û hemû rêbazan li dijî Kurd û gelên Kurdistanê bi kar bîne."                    

Cemal Çeçan bal kişand ser destpêkirina damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê ya bi nûnertiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û wiha domand: "Demezirandina PKK’ê vejîneke nû ji bo Kurdan bû, ji ber ku berxwedana gerîla ya li dijî hêzên hegemon ji bo tevahî mirovahiyê û azadiya hemû gelên bindest e. Berxwedana PKK'ê rewa ye, ji ber ku şerê xweparastinê dike.”           

‘PDK DI ÊRIŞAN DE PIŞTGIRIYÊ DIDE MÎT’Ê’

Çeçan diyar kir ku êrişên artêşa dagirker li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê pêk tên, êrişên li dijî doza gelê Kurd û li dijî neteweya demokratîk in.

Çeçan wiha dom kir: "Dewleta Tirk ji xistina navê PKK'ê di "lîsteya terorê" de sûdê werdigire û çekên kîmyewî li dijî gerîla û gundên Kurdan ên li Başûrê Kurdistanê bi kar tîne, lê mixabin PDK di bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk de tevkariyê dike û bûye alavek di destê MÎT’a Tirk de."

Cemal Çeçan bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li Başûrê Kurdistanê û ev got: "Tevî êrişên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî gerîlayên li çiyayên Kurdistanê, lê gerîla serkeftinên mezin bi dest dixe. Divê gelê Kurd piştevanî û destekê bide berxwedana gerîla."

‘BERXWEDANA GERÎLA JI BO MIROVAHÎ Û AŞTIYÊ YE’

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Girkê Legê ya kantona Qamişloyê Ednan Berko jî destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên li ser gerîlayên li Başûrê Kurdistanê dixwaze gelên Kurdistanê tune bike û got: "Dagirkeriya Tirk nikare bigihêje armancên xwe, ji ber ku Kurd berxwedanê ji xwe re esas digirin û gerîla di oxira avakirina civakeke azad û demokratîk de berxwedaneke bêhempa raber dikin."            

Berko diyar kir ku PKK di berxwedana xwe ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk de prensîba civaka azad esas digire û wiha pê de çû: "Gerîla nirx û dîroka gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn diparêzin û armanca wan xurtkirina neteweya demokratîk û biratiya gelan e."                         

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a navçeya Girkê Legê Seîd Mela Yûsif piştrast kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe de siyaseta tunekirinê li dijî gelan dimeşîne û azadî û demokrasiya gelan dike hedef.

Mela Yûsif bal kişand ser girîngiya berxwedana gerîla ya ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn û wiha axivî: "Berxwedana gerîla berxwedana li hemberî planên dewleta Tirk ên ji bo vegerandina Împaratoriya Osmanî û dagirkirina axa Kurdistanê ye."

(dx)

ANHA