Ji ber êriş û ambargoyê herî zêde zarokên Efrînê dibin qurbanî

Di ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê re 4 sal derbas bûn.  Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser kantona Şehbayê didomîne, her wiha hikumeta Şamê ambargoyeke giran ferz kiriye, di encamê de her tim zarok dibin qurbanî.

Ji ber êriş û ambargoyê herî zêde zarokên Efrînê dibin qurbanî
28 ÇILE, 2022   00:35
ŞEHBA – FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û mayînên ku komên çete berê li Şehbayê çandibûn, bi dehan zarokên Efrînê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî Heyva Sor a Kurd, di êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dagirkrina Efrînê û êrişên piştî koçberkirina wan li Şehbayê de, nêzî 70 zarokên efrînî şehîd bûn û 213 zarok  jî birîndar bûn.

Ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, azarên zarokên di kampan û malên kavilkirî de zêde dike. Hejmareke zarokên nexweş ku hikumeta Şamê rê nede wan ku li nexweşxaneyên Helebê tedawî bibin, jiyana xwe ji dest da. Ji wê zêdetir rê nade ku derman û pêwîstiyên tenduristiyê derbasî kantonê bibin.

DERKETIN SEYRANÊ, LÊ NIZANÎBÛN KU EW DERBASÎ NAVA MAYÎNAN BÛN

Par ji ber teqîna mayînekê ji bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê li Til Rifetê, zarokê efrînî Nebî Bekir (14) û pismamê wî lingên xwe winda kirin.

Nebî Bekir û pismamê wî tevî du zarokên din ku li ser rêya gundê Şêx Îsa yê Til Rifetê di nav baxçeyekê de dilîstin mayîn bi wan ve teqiya.

Nebî Bekir bi van gotinan, kêkiliyên teqînê bi bîr tîne: " Ez, kurê amê min û du hevalên me derketin nava bexçeyan. Me nizanîbû ku zeviyekî mayînan li nêzî eniyên şer li benda me ye. Em meşiyan û min pêl mayînekê kir. Min nizanîbû çi bi min hat. Kurê amê min hat ku min rizgar bike, wî jî lingê xwe winda kir."

Bekir got ew di jiyana xwe ya rojane de gelek zehemtiyan dibîne nexasim di demsala Zivistanê de ji ber sermaya zêde, tunebûna madeya mazotê û wiha pêde çû: "Di demsala Zivistanê de ji ber sermaya zêde lingê min pir diêşe. Nexasim dema ku ez bi meşê nêzî 20 deqeyan diçim dibistanê."

Bekir destnîşan kir ku nexweşxaneya Avrîn alîkariya wî kir û lingek jêre hatiye çêkirin û rêxistinên hiqûqî ku  rola ya alîkariya koçberên Efrînê de pêk neanî, şermezar kir.

 ‘RÊXISTINÊN MIROVÎ SOZAN DIDE Û PÊK NAYNE‘

Ji rêveberên Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Kantona Efrînê Bêrîvan Hisên jî diyar kir ku kesên ku zêdetir zerarê ji ber siyasetên hikumeta Şamê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zarok in û ji mafên herî biçûk di jiyanê de bêpar dimînin.

Bêrîvan Hisên wiha pêde çû: "Zarokên ku lingehên wan jê bûne, di nava rewşên zehmet de dijîn. Rêxistinên mirovî û yên mafên mirovan tu alîkarî ji zarokan re pêşkêş nekir nexasim ên li kantona Şehbayê dixebitin û tenê sozan didin."

Bêrîvan Hisên di axaftina xwe de behsa aliyê din ên rewşên zehmet û bandora dorpêçê li zarokan kir û ev tişt got: "Zarok ji ber topbarana dewleta Tirk a li ser kantona Efrînê, zehemtiyan dibînin. Piştî koçberî kantona Şehbayê bûn, rastî dorpêçeke giran tên. Ew jî ji ber ku hikumet pêdiviyên sereke yên jiyanê nexasim derman û pêwîstiyên tenduristiyê derbas nake."

Bêrîvan Hisên diyar kir ku hin rêxistin hene dixwazin navê xwe derxînin û hin jî rêxistin hatine polîtîzekirin, dixwazin zextê li gelê berxwedêr li Şehbayê bikin. Bi taybet rêxistina UNICEF ku miqdarê ava vexwarinê ji kantona Şehbayê re kêm kiriye.

Bêrîvan Hisên destnîşan kir ku rêveberiya kantona Şehbayê hewl dide li gorî derfetên xwe alîkariyan kesên ku zerar dîtine bike nexasim zarokên ku birîndar bûne û lingên xwe winda kirine lê derfetê wê têrê nake.

Ji rêveberên Nivîsgeha Belgekirinê ya Rêxistina Heyva Sor a Kurd Heyder Mistefa got, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê di nava 58 rojan de para herî mezin a zarokan bû.

' HIKUMETA ŞAMÊ Û DEWLETA TIRK 213 ZAROK ASTENG KIR'

Heyder Mistefa da zanîn ku ji roja destpêkê ya êrişên dewleta Tirk ên li ser kantona Efrînê û heta roja îro ve 213 zarok birîndar bûne û 70 jî şehîd bûne.

Mistefa got, mayînên erdê ku çeteyên DAIŞ`ê li kantona Şehbayê li pey xwe hiştine para zarokên koçber ên Efrînê bûn û wiha domand: "Hê jî mayînên erdê xeteriyê li ser zarokên koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê çêdike û wan dikuje. Gelek zarokan ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dan û hinan ji wan jî lingên xwe winda kirin, her wiha topbarana dewleta Tirk a li ser gundewarên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê didome."

Mistefa destnîşan kir ku zarokên ku ji ber topên dewleta Tirk birîndar bûne bandoreke mezin li piskolojiya wan hatiye û dê heta hetayî bi wan re bimîne.

Mistefa di axaftina xwe de îşaret pê kir ku Heyva Sor a Kurd tevî derfetên kêm alîkariya zarokan dike, wan derman dike, nexasim ên lingên xwe winda kirine û lingan ji wan re çêdikin.

Artêşa Tirk a dagirker di nava 3 salên borî de komkujî li dijî welatiyan pêk anî ku praniya wan zarokên ku temenê wan kêmî 15 salan bû. Di dawiya 2019`an de komkujî li navçeya Til Rifetê pêk anî û di encama wê de 8 zarok şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. Her wiha komkujî li dijî malbatek ji koçberên Efrînê li gundê Eqîbê yê navçeya Şêrawayê pêk anî û di sala 2021`an de komkujî li dijî malbatekê li navçeya Til Rifet pêk anî û di encama wê de 3 zarok şehîd bûn.

(bx)

ANHA