Cemal Şêx Baqî: Dewleta Tirk û hikumeta Şamê berpirsên bûyerên li girtîgeha Sinaa ne

Sekreterê Giştî yê P.D.K.S'ê Cemal Şêx Baqî got, şaneyên DAIŞ'ê bi tenê nikarin êrişî girtîgeha Sînaa bikin û destnîşan kir ku yên ku plana vê êrişê danîne dewleta Tirk û hikumeta Şamê ne.

Cemal Şêx Baqî: Dewleta Tirk û hikumeta Şamê berpirsên bûyerên li girtîgeha Sinaa ne
28 ÇILE, 2022   02:37
HESEKÊ- OLVA HAC MENSÛR

Di 20'ê Çileyê de çeteyên DAIŞ'ê êriş birin ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê ku zêdetirî 5 hezar çeteyên DAIŞ'ê tê de hene.

Girêdayî mijarê, Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî (P.D.K.S) Cemal Şêx Baqî got, şaneyên DAIŞ'ê bi tena serê xwe nikarin êrişî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê bikin, hin aliyên ku piştgirî dane van şaneyan hene.    

Cemal Şêx Baqî wiha li axafina xwe zêde kir: "Piştî têkbirina DAIŞ'ê li bajarokê Baxozê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve, DAIŞ êdî nikare rasterast şerê QSD'ê bike, tenê ji bo êrişên ferdî û teqînan kar dike, lê nikare eniyekê mîna şerê ku li girtîgeha Xiwêran a bajarê Hesekê kiriye, bike."

Şêx Baqî diyar kir ku bûyerên li girtîgeha Sinaa qewimîn, planek ji aliyê dewlet û hêzên mezin ve hatiye amadekirin û wiha dom kir: "Eger em vegerin salên berê, piştî têkçûna DAIŞ li ser destê QSD'ê, çawa Rûsya hewl da ku hêzên hikumeta Şamê li herêmê bi cih bike, çawa hikumeta Sûriyê îstixbaratên xwe li Dêrazor, Şedadê û Reqayê bikar anî û lihevkirin li wan herêman da destpêkirin. Armanc ji van hemûyan ew e tevlihevî û fitneyê di nav şêniyên herêmê biafirînin, lê bi saya hevgirtina xurt a di navbera gelên herêmê de palana wan bi ser neket."

Şêx Baqî destnîşan kir ku êrişa li ser girtîgeha Sînaa ne tenê bi destê şaneyên DAIŞ'ê ye, ew plana gelek alî û welatan e û wiha domand: "Em baş dizanîn ku dewleta Tirk piştevanê sereke yê DAIŞ'ê ye, wê destek da şaneyên DAIŞ'ê da ku êrişî girtîgeha Xiwêran bike û bi hikumeta Sûriyê û îstîxbarata wê plana êrişî danî."            

Şêx Baqî da zanîn ku armanca êrişên li ser girtîgeha Xiwêran, têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, vegerandina hikumeta Şamê li herêmê û têkbirina aramî û ewlehiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Şêx Baqî diyar kir ku ev plan bi berxwedana QSD'ê têk çû û got: "Divê em ji plan û siyasetên ku dijminên projeya rêveberiya xweser dimeşînin hişyar bin, ji bo rûbirûbûna siyaseta welatên cîran her tim amade bin û nehêlin ku serkeftin û destkeftiyên ku gelê herêmê pêk anîne, têk bibin."             

Sekerterê Giştî yê P.D.K.S'ê Cemal Şêx Baqî di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku erka xwe li hember girtiyên DAIŞ'ê pêk bînin û got: "Divê hemû dewletên welatiyên xwe yên di nava terorîstên DAIŞ'ê de werbigirin û wan li welatên wan darizînin an jî dadgeheke navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wan ava bikin."

(dx)

ANHA