Çapemeniya Tirk wek çeka şerê psîkolojîk-RAUF KARAKOÇAN

Çapemeniya Tirk wek çeka şerê psîkolojîk-RAUF KARAKOÇAN
28 ÇILE, 2022   01:49

 

Cihê ji bo çapemeniya Tirk bê gotin jî ne bes e. Em di serdemeke wisa de ne ku azadiya agahîgirtinê ya mirovan nîn e. Çapemenî di destê desthilatê de bûye yekreng û berdevkiya wê dike, feraset û rojevên çêkirî diafirîne û nûçeyên derew derdixe û bûye çeka herî karîger a şerê psîkolojîk. Ew di vî warî de jî têra xwe serkeftî ye.

Îro hema hema hemû kesên li dijî desthilatê, gazinan ji çapemeniyê dikin. Nivîskarên xwefiroş û medyaya alîgir rastiyan ji hev dixe û hewl dide hikumetê bişofîne. Medyaya ku jê re dibêjin 'çapemeniya bêalî, serbixwe, azad', li hemberî hemû pirsgirêkên welêt alîgir e û ne serbixwe ye. Bi taybetî jî di helwesta li hember pirsgirêka Kurd de hemû çapameniya Tirk alîgir e.

Çapemenî, sûc û îxlalên mafan û komkujiyên di şerê li Kurdistanê de ji aliyê dewletê ve tên kirin, nabîne. Îcar ev çapemenî çawa alîgir nîn e. Bi qasî sûcên dewleta Tirk, çapemeniya Tirk jî sûc kiriye. Her wiha bombebaranên di şerê li Kurdistanê de, dibe ku bi rêya çapemeniyê bêhtir bombe li mêjiyê mirovan barandibin. Di nava vê yekê de gelek rojnamevan jî wek şexs cih digirin. Rojnamevan der barê terora dewletê de nanivîsin an jî nikarin binivîsin. Divê bê gotin ku ew deyndarên gelê Kurdistanê ne ku lêborînê jê bixwazin. 

Di salên 1980 û 1990'î de piraniya nûçeyên têkildarî PKK'ê yekalî û alîgir bûn û bi zanebûn dihatin çêkirin. Ew nûçe bi temamî ji bo heqareta li PKK'ê bûn û tu eleqeya xwe bi exlaq û etîka çapemeniyê re tune bûn. Hin rojnamevanan wek endamên saziya şerê psîkolojîk kar dikir. Bi giştî di nûçeyên têkildarî Kurdan û PKK'ê de hemû çapemenî bû alîgir.

Divê 2 kesên kontra ku bi rêya bernameyên xwe li dijî gelê Kurd sûc kirin û xwe wek rojnamevan didan nasandin, bi bîr bixin. Yek jê, çêkerê bernameya 'Anadolu’da Gorunum’ (Xuyabûna li Anatolyayê) Guntaç Aktan e û yê din jî çêkerê bernameya 'Perde Arkasi’ (Paşperde) Erturk Yondem e. Di warê rojnamegeriya şerê pîskolojîk de kesên pispor û faşist ên bêkêmasî bûn. Bi salan ne tenê li dijî Kurdan sûc kirin, li dijî gelên Tirkiyê jî sûc kirin. Gel xapandin. Sûcên ji aliyê dewletê ve hatine kirin, veşartin. Şerekî psîkolojîk meşandin. Li ser navê çapemeniyê, li ser navê rojnamegeriyê bêexlaqî kirin û mixabin ev bûn rûyê çapemeniya Tirk.

Di wê demê de hemû civata çapemeniyê li hemberî kiryarên van kesayetên bêkarakter, bê deng ma. Li pey rastiyan neketin. Cesareta wan tune bû ku pênûsa xwe ji bo rastiyê bi kar bînin.

Li aliyê çapemeniya şoreşger jî rojnamevanî karê xîret û wêrekiyê bû. Tevî ku gelek şehîd dan jî, hewl dan nûçeyan bişopînin, rastiyan binivîsînin û ragihînin. Rojnamevanên şoreşger hatin qetilkirin, buroyên wan hatin bombekirin, lê ji bo pêşerojê mîrateyeke mezin hiştin. Li gorî exlaqê pîşeyî tev geriyan.

Em çapemeniya alîgir bidin aliyekî. Ji ber ku ew bê exlaq in, karê bi vî rengî dikin û derewan dikin. Lê belê ji bo yên ku xwe demokrat, ronakbîr, muxalifê desthilatê dibînin divê çi bê gotin? Niha jî rojnamevanên ku li derdorê digerin û gotinên mezin dikin, dema mijar dibe Kurd, helwesta wan jî alîgirî ye. Cesareta wan nîn e ku ji bo bi dehan rojnamevanên Kurd ên hatine qetilkirin, du gotinan bibêjin. Ji bilî çend îstîsnayan, piraniya wan di mijara Kurdan de wekî rojnamevanên alîgir in.

Dewleta Tirk her roj êrişî Rojava dike û mirovan qetil dike lê di çapemeniya Tirk de nûçeyek tenê jî li ser wan nîn e. Bi sedan bûyerên kirêt ku li herêmên dagirkirî çêdibin, di çapemeniya Tirk de cih nagirin. Operasyonên ku gelê Rojava kir penaber, di wan de rojnamevanan kask danîn ser serê xwe û ber bi sînor ve çûn û pesnê mêtingerên qirker û tecawizkar dan û destanên lehengiyê nivîsandin. Rûmeta van rojnamevanan, pesinandina sûcên çeteyane. Hê jî bi veşartina rastiyan re li dijî gelên Tirkiyê sûc dikin.

Li Tirkiyê medyayek heye ku mîsyona wê ew e ku pesnê desthilata faşîst bide. Li şûna projeksiyonên li ser pirsgirêkên Tirkiyê, ji bo afirandina rojevên sexte xwe diwestînin. Wek saziya şerê psîkolojîk, ji ber sûcên dewletê berpirsyariyên wan jî hene. Hikumeta AKP'ê ya faşîst tevî çeteyên DAIŞ'ê li Rojava, Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê komkujî pêk anîn û çapemeniya Tirk jî 'nûçeyên fethê' dinivîsandin. Organên çapemeniyê yên serbixwe, bêalî û endamên çapemeniyê ji bo Kurdan hê jî bi rola sê meymûnan radibin.

Polîtîkayên dewleta Tirk ên têkildarî Kurdan, wekî yên Plana Şerq Islahatê û Qanûna Takrîrî Sukûn in û heta jê girantir in. Zimanê çapameniyê jî belavkirina jehrê berdewam dike. Berê ji Kurdan re digotin 'şakî' û niha jî bi navê 'terorîst' heqaretê lê dikin. Lê tiştek heye ku wan ji bîr kiriye! Kurd dê bi ser bikevin. Yên dijberên wan jî dê rûreş bimînin.

ANHA