Meclisa Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqayê konferansa xwe ya yekemîn li dar xist

Meclisa Edaleta Civakî ya Reqa û Tebqayê konferansa xwe ya yekemîn bi diruşma "Ji bo pêşxistina edaleta civakî di civaka exlaqî û polîtîk de û ji bo misogeriya aştî û aramiyê" li hola navenda çandê ya Tebqayê li dar xist.

27 ÇILE, 2022   18:04
TEBQA

Di konferansê de gelek dozger, parêzer, nûner û endamên meclisên edaleta civakî ya Tebqa û Reqa û hin hevserokên komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê amade bûn.

Di konferansê de hevseroka Meclisa Edaleta Civakî ya Reqa Îlham Hafiz axaftina dest pê kir, dûvre hevserokê Meclisa Edaleta Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îmad El-Keraf axivî. Axêveran lidarxistina konferansa yekemîn pîroz kir û hêviya serkeftinê xwest.

Li aliyekî din jî şêwirmendê Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen têkildarî rewşa siyasî ya heyî ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxandin kir û behsa êrişên şaneyên DAIŞ’ê li ser girîtgehê û piştevaniya aliyên herêmê ji wan re kir. Hesen got: "Armanca wan têkbirin û berbekirina ewlehî, istîqrar û vejandina DAIŞ’ê bû. Lê ev plan bi serkeftina QSD’ê û kontrolkirina ewlehiya Hesekê re bi bin ketin. "

Piştî axaftinan rapora salê ya meclisê ji hêla endama Meclisa Edaleta Civakî Emîre El-Hemo ve hate xwendin. Di raporê de hate gotin ku hin kêmasî mîna lawaziya koordînaya di navbera edaleta civakî û hin saziyên din de heye, nexasim jî ewlehiya hundirîn.

Dûvre peyamên saziyan ên ji bo konferansê hatin xwendin.

Her wiha deriyên nîqaşê ji beşdaran re hate vekirin, kêmasî, pêdivî û rêbazên pêşxistina mekanîzmaya xebata dîwana edaleta civakî nîqaş kirin.

Her wiha li dawiyê 18 endam ji bo rêvebirina Meclisa Edaleta Civakî hatin hilbijartin, ji wan 2 bûn hevserok û 3 ji bo endamên nivîsgeha lihevanîn û 13 endam jî li nivîsgehên din hatin belavkirin.

Dê civîna Meclisa Edaleta Civakî were lidarxistin û tê de endamên di konferansê de hatine hilbijartinê  wê li ser komîte û nivîsgehên girêdayî Meclisa Edaleta Civakî ya Tebqa û Reqayê werin belavkirin.

(fr)

ANHA