Şêniyên Kobanê salvegera rizgarkirina bajêr û damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kirin

Şêniyên Kobanê salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê û ragihandina Rêveberiya Xweser pîroz kirin. Di şahiyê de axêveran destnîşan kir ku gelê herêmê dê li hember hemû komployan bi ser bikeve.

Şêniyên Kobanê salvegera rizgarkirina bajêr û damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kirin
Şêniyên Kobanê salvegera rizgarkirina bajêr û damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kirin
Şêniyên Kobanê salvegera rizgarkirina bajêr û damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kirin
Şêniyên Kobanê salvegera rizgarkirina bajêr û damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kirin
Şêniyên Kobanê salvegera rizgarkirina bajêr û damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kirin
Şêniyên Kobanê salvegera rizgarkirina bajêr û damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kirin
Şêniyên Kobanê salvegera rizgarkirina bajêr û damezirandina Rêveberiya Xweser pîroz kirin
27 ÇILE, 2022   13:59
KOBANÊ

Şahî li Hola Firat a li ser rêya Heleb-Kobanê bi dirûşma “Em hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cîhanê bi salvegera 8`an a damezirandina Rêveberiya Xweser û salvegera 7`an a binkeftina DAIŞ`ê li Kobanê, pîroz dikin” li dar ket.

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, şandeyên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Sivîl a Reqayê û gelek rûspiyên Ereb ên Reqa, endamên rêveber ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û şandeyek ji Minbicê tev li şahiyê bûn.

‘BÊYÎ RÊVEBERIYA XWESER ÇARESERÎ NE PÊKAN E’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Zozan Bekir axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û got: “8 sal di ser damezirandina Rêveberiya Xweser re û 7 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê ji DAIŞ`ê re derbas bûn. Dîrok li Hesekê dubare bû û ev yek îsbat dike ku QSD`ê destkeftiyên gel û şehîdan diparêze û dê bi ser bikeve.”

Zozan di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan û berdewamkirina têkoşînê da û her wiha destnîşan kir ku bêyî tevlêbûna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser çareserkirina aloziya Sûriyê ne pêkan e.

‘RÊVEBERIYA XWESER BERHEMA TÊKOŞÎNÊ YE’

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etî jî got: “Dema em dibêjin Rêveberiya Xweser, em salên dirêj ên têkoşîna gelê Kurd bi bîr tînin. Em bi hezaran şehîdan ne tenê şehîdên berxwedana Kobanê lê belê şehîdên azadiyê li her çar parçeyên Kurdistanê bi bîr tînin.”

Etî diyar kir ku Rêveberiya Xweser berhema wê têkoşînê ye û ji bo parastina mafên gelan li Rojhilata Navîn bê cudahî ava bû.

‘SERKEFTIN DÊ PARA ME BE’

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb axivî û got: “DAIŞ`ê li vir bi bin ket. Serkeftina li Kobanê; serkeftineke siyasî, leşkerî û sivîl bû. Em vê serkeftinê li hêzên xwe pîroz dikin. Serkeftina QSD`ê serkeftina me ye û serfirazî ye. Her tim dê serkeftin para me be.”

Her wiha di şahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn axivî û salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kir. Macîde destnîşan kir ku dewleta Tirk careke din hewl da gelê herêmê li Hesekê tune bike, lê bi saya berxwedana hêzên têkoşer îsbat bû ku Kobanê dê her tim a gelê xwe be û Hesekê bi bin nakeve û dê gelê herêmê bi ser bikeve.

Di şahiyê de gelek tîmên hunerî berhemên xwe pêşandan û gelek peyamên pîrozbahiyê yên gelek sazî û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xwendin.

(şx)

ANHA