‘Her ku projeya Rêveberiya Xweser bi pêş dikeve, êriş zêde dibin’

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê dê serkeftina QSD’ê ya li dijî DAIŞ'ê li Hesekê pîroz kir û ji bo bidawîkirina êrişan û cezakirina dewleta Tirk bang li civata navneteweyî kir.

‘Her ku projeya Rêveberiya Xweser bi pêş dikeve, êriş zêde dibin’
27 ÇILE, 2022   14:11
MINDIC

Bi amadebûna endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên Minbicê, hevseroka Meclisa Zagonsaz a Minbicê Sîham El-Hamo li ber avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Her ku Rêveberiya Xweser projeya xwe bi pêş dixe, pêngavek ber bi rizgarkirin, avakirin û jiyaneke birûmet ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, weke her carê êriş zêde dibin û astengiyan derdixin ku vê pêşketinê sînordar bikin.

Di çend rojên borî de bajarê Hesekê rastî êrişa rêxistina terorîst a DAIŞ'ê hat ku bi piştgiriya rejîma faşîst a Tirkiyê û aliyên din ên piştgiriya terorê dikin, êrişî girtîgeha Sînaa ya Xiwêranê kirin.

Bûyerên ku li bajarê Hesekê qewimîn, hewldaneke bêhêvî ya terora DAIŞ'ê bû ku bi piştgiriya Erdogan û çeteyên wî ve hat kirin û di encamê de sivîl hatin koçberkirin û kuştin, ev nîşaneya tolhildana ji daxwazên gelên me ye ji bo bidestxistina projeya neteweya demokratîk ku xetereya li ser rejîmên serdest e.

Em vê serkeftinê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên me pîroz dikin ku hemwextî salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ'ê.           

Em bang li hemû rêxistinên mirovî û navneteweyî dikin ku erka xwe ya exlaqî û yasayî di şerê li dijî terorê de pêk bînin, em piştrast dikin ku heta bidestxistina serkeftinê em ê li kêleka hêzên xwe bisekinin.”

(dx)

ANHA