Meclisa Kantona Efrînê rizgarkirina Kobanê pîroz kir

Meclisa Kantona Efrînê salvgera 7`an a rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê pîroz kir û bang li civata navneteweyî kir ku dadgehên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bixin da ku çeteyên DAIŞ`ê darizînin.

Meclisa Kantona Efrînê rizgarkirina Kobanê pîroz kir
27 ÇILE, 2022   13:38
ŞEHBA

Bi boneya salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ`ê, bi dehan endamên Meclisa Kantona Efrînê li Kampa Serdemê ya li gundê Til Sûsin ê navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn.

Endamên Meclisa Kantona Efrînê Arîn Elî û Idrîs Weqas daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Meclisa Kantona Efrînê berxwedana Kobanê bi berxwedana destanî bi nav kir û diyar kir ku dewleta Tirk desteka lojîstîk û îstîxbaratî bi hevkariya gelek aliyên herêmî û navneteweyî, DAIŞ`ê êrişî Kobanê kir. 

Meclisê destnîşan kir ku êrişa li ser Kobanê bi saya fedakarî û berxwedana bêhempa ya gelê Kobanê û şervanên YPG û YPJ`ê bi bin ket.

Meclisê daxuyand ku şerê Kobanê destpêka bidawîbûna DAIŞ`ê bû ku li Baxozê bi girtina bi hezaran çeteyan tacîdar bû. Lê dewleta Tirk plan kir ku wan derxe ji ber wê çeteyan êrişî girtîgeha Sînaa ya li Hesekê kir. Tevî amadekarî û koordîneya gelek aliyên navneteweyî û herêmê lê ev hewldan jî bi bin ket.

Meclisa Kantona Efrînê di daxuyaniya xwe de berxwedana QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Parastina Civakî û gel silav kir.

Meclisê bang li civata navneteweyî kir ku bi lez dadgeheke navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin da ku çeteyên DAIŞ`ê werin darizandin, dewletên ku hemwelatiyên wan di nav DAIŞ`ê de hene wan hildin. Fişarê li dewleta Tirk bikin ku ji axa Sûriyê derkeve.

(şx)

ANHA