Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 7`emîn a rizgarkirina Kobanê bi bîr anî

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 7`emîn a rizgarkirina Kobanê bi bîr anî û destaneyên hêzên ku ev şer li dijî terorîstê kirine pîroz kir.

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera 7`emîn a rizgarkirina Kobanê bi bîr anî
26 ÇILE, 2022   15:54
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya salvegera 7`emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

 "26`ê Çileyê 2022`yan salvegera 7`emîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji xetertirîn rêxistinên terorîst a DAIŞ`ê ye.

Serkeftina li Kobanê serkeftina mirovahiyê li hember zilm û desthilatdariyê bû. Zarokên Rojava ji YPJ – YPG`ê ev yek bi xwîna xwe nivîsandin.

Hêzên me efsane nivîsandin ku cîhan tevahî hejand. Gelê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsrar kir ku ew ê paşde venegere û destkeftiyên ku hatine bidestxistin bi saya têkoşîna wan e û divê werin parastin ji ber ew mîrata tevahî mirovahiyê ne.

Di salvegera 7`emîn a rizgarkirinê de rêxistina DAIŞ`ê û alîgirên wê îsrar dikin ku jinûve dîroka reş vejînin. Bûyerên li Hesekê rû didin hewldanên wan ên binketî nîşand didin. Çeteyan bi vê yekê dixwestin nêzî 5 hezar çete derxin ku ji nû ve komkujiyan pêk bînin.

Em Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serfirazî vê rojê bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe yê berxwedêr dikin ku hişyar bin da ku hewldanên dijminên mirovahiyê ji bo xirabkirina aramî û ewlehiyê, têk bibin.

Em bang li civata navneteweyî û Koalisyona Navneteweyî ya li dijî terorê dikin ku dosyaya rêxistina DAIŞ`ê û rêxistinên din ên radîkal ku xaka welatê me Sûriyê dagir dikin, çareser bike û alîgirên terorîstan werin darizandin û hesab ji wan were xwestin da ku çavkaniya wan li her deverê, zuha bibin."

(bx)

ANHA