Şaneyeke DAIŞ’ê li rojavayê Dêrazorê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneyeke çeteyên DAIŞ’ê ku welatî hedef digirtin di kemînekê de li rojavayê Dêrazorê girt.

Şaneyeke DAIŞ’ê li rojavayê Dêrazorê hate girtin
Şaneyeke DAIŞ’ê li rojavayê Dêrazorê hate girtin
Şaneyeke DAIŞ’ê li rojavayê Dêrazorê hate girtin
Şaneyeke DAIŞ’ê li rojavayê Dêrazorê hate girtin
Şaneyeke DAIŞ’ê li rojavayê Dêrazorê hate girtin
Şaneyeke DAIŞ’ê li rojavayê Dêrazorê hate girtin
Şaneyeke DAIŞ’ê li rojavayê Dêrazorê hate girtin
Şaneyeke DAIŞ’ê li rojavayê Dêrazorê hate girtin
26 ÇILE, 2022   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku hêzên wan duh bi şev bi ser cihê ku şaneyeke terorîst a rêxistina DAIŞ’ê li rojavayê Dêrazorê de heye, girt.

Malperê daxuyand ku bi rêya operasyonên şopandina şaneyên DAIŞ’ê û serdegirtina tevgerên wan de Hêzên Ewlekariya Hundirîn 5 kesên çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê fînanse dikirin girt.

Li gorî malperê çeteyan di lêpirsînê de li xwe mikur hatin ku wan sivîl hedef digirtin, ku ewlehî û aştiya şêniyan tevlihev bikin. Ew çete sewqî dozgeriyê kirin ku werin cezakirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku ew li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê operasyonên serdegirtina rêxistinên terorîst pêk tînin û dê sûcên wan têk bibin ku aştî û ewlehî li herêmê misoger bibe.

Girêdayî mijarê, malperê diyar kir ku tîma endazyariya bêbandorkirina mayînan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 23’yê vê Çileyê de mûşekek li bajarokê Besîra yê li rojhilatê Dêrazorê bê bandor kir.

Malperê eşkere kir ku dema welatî gumanê li ser tiştekî biyanî dikin yekser agahiyê didin Hêzên EWlekariya Hundirîn û ew jî yekser berê xwe didin cihê wê, da ku xeteriyê ji ser welatiyan dûr bixin.