Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD operasyonên xwe li girtîgeha Sînaa didomînin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD operasyonên lêgerînê li girtîgeha Sînaa û taxa Xiwêran a Hesekê didomînin. Di heman demê de meclisa kantona Hesekê alîkariya koçberên ji taxên Zihûr û Xiwêran berdewam dike.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD operasyonên xwe li girtîgeha Sînaa didomînin
26 ÇILE, 2022   11:50
HESEKÊ

Êrişa çeteyên DAIŞ'ê ya li ser girtîgeha Sînaa di 20'ê Çileyê de dest pê kir. Piştî çend rojên şer di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ'ê de, şer ji beriya 2 rojan ve derbasî hundirê girtîgehê bûye.

QSD’ê duh çend avahiyên di hundirê girtîgehê de kontrol kirin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD'ê Ferhad Şamî duh ji ajansa me re diyar kir ku rizgarkirina girtiyan ji destê çeteyan, ji bo hêzên wan karekî sereke ye.

QSD'ê bi operasyonên di hundirê girtîgehê de, 23 girtî rizgar kirin û 250 çeteyan xwe radestî QSD’ê kirin. Hejmara çeteyên ku heta niha xwe radest kiriye, bû 550.

Duh jî li taxa Zihûr a Hesekê şer qewimî û hin çeteyên êrişkar hatin kuştin, her wiha 3 çete jî li nêzî çemê Xabûr hatin kuştin.

Meclisa Kantona Hesekê jî ji bo şêniyên ku ji taxên Xiwêran û Zihûr koçber bûne, cihên ewle û pêdiviyên xwarinê û tenduristiyê dabîn dike.

(dx)

ANHA