Meclisa Jinan a Sûriyê: Divê dewleta Tirk were cezakirin

Meclisa Jinan a Sûriyê bang li civata navneteweyî kir ku dadgehên navneteweyî li dar bixin ji bo ku çeteyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê darizînin. Her wiha hesab ji dewleta Tirk bixwazin û wê neçar bikin ku hêzên xwe yên li Sûriyê vekişîne.

Meclisa Jinan a Sûriyê: Divê dewleta Tirk were cezakirin
26 ÇILE, 2022   12:03
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Sûriyê li pêşiya avahiya Komseriya Kar û Barên Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişloyê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Nûnerên tevgerên jinan ên serbexwe û endamên partiyan tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de meclisê daxuyaniyek da. Berdevka meclisê Lîna Berakat daxuyanî xwend.

Meclisa Jinan di daxuyaniya xwe de got: “Çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmê bombeyên demkî ne û kengî derfet bibînin, êriş dikin. Vê yekê li girtîgeha Xiwêran a Hesekê rû da. Li gel hebûna zêdetirî 10 çeteyan di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ne dûr bû ku tiştekî wiha pêk were.”

Meclisê bi bîr xist ku ruxmî bangewaziyên QSD, Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl, lê civata navneteweyî rewşa van çeteyan paşguh kir û destnîşan kir ku êrişa li ser girtîgeha Hesekê maska li ser rûyê gelek aliyan rakir ku li dijî herêmê ne.

Meclisê diyar kir ku çeteyên DAIŞ`ê gelekî xeternak in, bi taybet li ser jinan ku dema DAIŞ li herêmê serwer bû, gelek êş û azar kişandin.

Meclisa Jinan a Sûriyê bi rêya daxuyaniya xwe ev bang li rêxistin û saziyên navneteweyî kir:

“Ji bêdengiya xwe derkevin, bi rola xwe rabin, rêgez û pîvanên xwe yên mirovî, hiqûqî û exlaqî bînin cih. Bêdengiya we delîla tevlêbûna we di vê êrişê de ye.

Divê rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û xêrxwaziyê sûcên li dijî maf û qanûnên navneteweyî tên kirin belge bikin, hesabê ji sûcdaran bixwazin, dadgehên navneteweyî ava bikin da ku çeteyên DAIŞ`ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê darizînin.

Divê sekreterê giştî yê NY’yê, Meclisa Ewlehiyê, civata navneteweyî hesabê ji dewleta Tirk bixwazin û wê neçar bikin ku hêzên xwe yên êrişkar ji Sûriyê vekişîne, êrişên xwe yên domdar rawestîne. Êdî eşkere bûye ku dewleta Tirk destekê dide DAIŞ`ê û wan li ser axa xwe perwerde dike. Divê aliyên Sûriyê dest bi diyalogê bikin, bi taybet piştî bûyerên dawîn û rewşên aborî û mirovî yên dijwar. Yekitiya Sûriyê biparêzin da ku pêşerojeke demokratîk ji hemû welatiyan re dabîn bibe.”

(şx)

ANHA