​​​​​​​Şaneya aloziyê ya Hesekê pêdiviyên koçberan peyda dike

Şaneya aloziyê li kantona Hesekê xebatên komîte, komîn û saziyên ewlehî û xizmetguzariyê ji bo alîkariya koçberên taxên Zihûr û Xiwêran zêde dike.

​​​​​​​Şaneya aloziyê ya Hesekê pêdiviyên koçberan peyda dike
26 ÇILE, 2022   10:05
HESEKÊ- HENAR ÎBRAHÎM

Li bajarê Hesekê ji roja pêncşemê ve di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê de şer berdewam e. Piştî şaneyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sîna ya li taxa Xiwêran Hesekê ku zêdetirî 5 hezar girtiyên DAIŞ'î tê de bûn, kirin, qedexeya derketina derve ya giştî hate ragihandin.

Êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ'ê li ser girtîgeha Sîna ya li taxên Xiwêran û Zihûr, bû sedema koçberbûna bi sedan şêniyên her du taxan.

Hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Xebat Silêman got: "Bi destpêkirina hedefgirtina girtîgeha Sîna ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, meclisa navçeyê piştî civîna şaneya aloziyê, rewşa awerte ragihand."          

Şaneya aloziyê, meclisa Hesekê erkdar kir bi rêya komîteyên xwe, bêşwaziya koçberên ji taxên Xiwêran û Zihûr bikin û jê re cih peyda bikin.           

Silêman got koçber li navendan hatin bicihkirin û xizmet ji wan re hate pêşkêşkirin.                    

Silêman destnîşan kir ku meclis û komînên di nava bajêr de ji bo dabînkirina pêdiviyên şêniyan, xebatên xwe didomînin.

Hevserokê meclisa kantona Hesekê her wiha diyar kir ku meclisa navçeyê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Parastina Civakê (HPC) re bi rêya komînan, di saetên êvarê de parastina taxan dikin.            

(dx)

ANHA