Li ser dîwarên dibistanên Girê Spî wêneyên Ataturk tên xêzkirin

Ji wêneyên ku ajansa me ji Girê Spî bi dest xistine, diyar dibe ku dewleta Tirk propagandaya neteweperestiya Tirk dike û wêneyên Ataturk li ser dîwarên dibistanan û cihên giştî xêz dike.

Li ser dîwarên dibistanên Girê Spî wêneyên Ataturk tên xêzkirin
26 ÇILE, 2022   10:25
​​​​​​​EYN ÎSA

Ji dema ku dewleta Tirk a dagirker kantona Girê Spî dagir kir, siyasetên tirkkirinê li herêmê dimeşîne. Her wiha lîreyê Tirk li şûna lîreyê Sûriyê ferz kir, mamoste neçar kirin ku bikevin kursên zimanê tirkî û ji bo erkdarkirinê kir şert.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, dewleta Tirk 2 dibistan li navenda kantona Girê Spî û bajarokê Hemam El-Tirkmen ji bo fêrkirina zimanê tirkî vekirine.

Ajansa me gelek wêne ji kantona Girê Spî bi dest xistin û ji wan wêneyan diyar dibe ku dewleta Tirk propagandaya netewperestiya Tirk dike. Wêneyên Ataturk li ser dîwarên dibistanan û cihên xizmetguzarî xêz kirine.

(şx)

ANHA