Şênî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê re parastinê dikin

Gelek şênî bi çekên xwe bi destpêkirina qedexeya beşî ya derketina derve li Qamişloyê re, li dora agir dicivin da ku li kêleka hêzên ewlehiyê li dijî êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê, ewlehî û istîqrara bajêr biparêzin.

Şênî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê re parastinê dikin
Şênî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê re parastinê dikin
Şênî bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê re parastinê dikin
26 ÇILE, 2022   07:34
QAMIŞLO

Di her carê de şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat dikin ku ew ji bo bersivdana bangên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD’ê yên li dijî gefan amade ne. Şênî kêliyekê ji bo bersivdanê dudilî nebûn, derketin kolan û qadan da ku li rex hêzên leşkerî parastina herêmê bikin.

Li taxa Xiwêran a Hesekê ji êvara pêncşema 20’ê Çileyê ve operasyonên ewlehiyê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê berdewam in ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya QSD’ê pêk tînin.

Ji destpêka êrişê ve, şêniyên Hesekê û Qamişloyê bi şev li kêleka Hêzên Ewlekariya Hundirîn di oxira parastina herêmê de nobetê digirin.

‛ME VÎNA XWE JI HÊZÊN XWE GIRTIYE’

Welatiya bi navê Hêvîn Hesen (50) a ji taxa Helko ya Qamişloyê axivî û got: "Em bi şevê bi hevkariya komîn û Hêzên Ewlekariya Hundirîn nobetdariyê li kolanên bajêr dikin. Em bi rêya vê hevkariyê piştevaniya hêzên xwe dikin û parastina taxên bajêr dikin."

Hêvîn Hesen wiha domand: "Her yek ji me li gorî derfetên xwe derdikeve, hin çekên xwe yên taybet ên ruxsetkirî, hin bi vîna ku ji hêzên me yên li eniyan wergirtiye. Em girîngiyê nadin giraniya çekan an jî tiştên din, lê belê tiştê girîng ew e ku aştî û ewlehiya herêmê misoger bikin, xort û keçên me di eniyên şer de serkeftinê qezenc bikin."

Hêvîn Hesen da zanîn ku ew her tim ji bo piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya QSD’ê amade ne. Ji ber parastin ne tenê erka hêzên leşkerî ye, lê belê erka hemû welatiyan e û wiha pê de çû: "Di nobetdariyê de dema guman li ser kesekî çêbû, em yekser agahiyê didin Hêzên Ewlekariya Hundirîn. Divê tevahî şênî jî vê yekê esas bigirin."

'EM Ê LI DIJÎ HEMÛ ÊRIŞAN LI BER XWE BIDIN'

Welatiyê bi navê Telal Betal (44) ji taxa Kornîş a Qamişloyê diyar kir ku piştî bûyerên dawî li taxa Xiwêran a Hesekê, ew daketin qadan da ku destekê bidin hêzên leşkerî û wiha domand: "Em dev ji desteka hêzên xwe yên leşkerî, bernadin."

Telal Betal wiha pê de çû: "Em guh nadin serma û germayê. Ya girîngtir em herêmên xwe ji şaneyên çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin. Ji ber ku DAIŞ gefan li ewlehiya herêmê û tevahî cîhanê dixwe. Em berxwedana QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav dikin û her tim serkeftin para wan be."

Welatiyê bi navê Ebdulhemîd Henûş (60) ji taxa Kornîş, diyar kir ku ew ê heta dawiyê destekê bidin QSD`ê û ev tişt anî ziman: "Em ê bi hev re li hember hemû êrişan bisekinin û em ê serkeftina xwe pêk bînin."

Tê zanîn ku Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 24`ê Çileyê ve qedexeya giştî li bajarê Hesekê ragihand û dê heta 31`ê Çileyê dewam bike. Her wiha li Qamişloyê jî ji saet 18:00`an û heta 06:00`an qedexeya beşî heye. Armanc ji vê yekê ew e ku ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were parastin.

(fr) 

ANHA