HAT`ê li taxa Zihûr operasyonên lêgerînê li dar xistin

HAT`ê operasyon li taxa Zihûr a li rex girtîgeha Sînaa ya Hesekê li dar xist.

HAT`ê li taxa Zihûr operasyonên lêgerînê li dar xistin
26 ÇILE, 2022   07:37
HESEKÊ

Operasyonên li taxên derdora girtîgeha Sînaa ya Hesekê berdewam in. Di vê çarçoveyê de Hêzên Antî Teror (HAT) vê sibê li taxa Zihûr a li rex girtîgeha Sînaa operasyonên lêgerînê li dar xistin.

Pêncşema borî, şaneyên DAIŞ`ê êrişî girtîgeha Sînaa kir da ku 5 hezar çeteyên DAIŞ`ê yên girtî birevînin.

Gelek çeteyan xwe li taxa Zihûr veşartin.

Ji ber wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD`ê operasyon li dijî çeteyan li dar xistin. Piştî 3 rojan, hêzên leşkerî, çeteyên DAIŞ`ê di sûrên girtîgehê de dorpêç kirin û li taxên li rex girtîgehê operasyonên lêgerînê pêk anîn.

Duh sêşemê, QSD`ê gelek avahiyên girtîgehê kontrol kir û 23 dîlên di destê DAIŞ`ê de rizgar kirin.

(şx)

ANHA