​​​​​​​Jinên Efrîn û Şehbayê: Em bêdengiya li hemberî êrişan şermezar dikin

Jinên herêma Efrînê bêdengiya civaka navneteweyî û hikumeta Şamê ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û destnîşan kir dê têkoşîna xwe bidomînin.

​​​​​​​Jinên Efrîn û Şehbayê: Em bêdengiya li hemberî êrişan şermezar dikin
25 ÇILE, 2022   13:41
ŞEHBA

Bi sedan jinên Efrîn û Şehbayê îro li Kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya li hemberî van êrişan şermezar kirin.

Daxuyaniya jinan bi zimanê kurdî ji aliyê seroka Desteya Jinan a Herêma Efrînê Zelûx Reşîd û bi zimanê erebî jî ji aliyê endama Meclisa Jina Azad a Şehbayê Şîrîn Elîmo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser şêniyên kampên Şehbayê, piştgiriya komên têrorîst ên DAIŞ'ê, zêdekirina sewqiyatên leşkerî li derdora Til Temrê, zêdekirina bombebarana li ser Eyn Îsayê û êrişên domdar ên li dijî Şengalê hemwextî salvegera 4`emîn a dagirkirina Efrînê; hemû di çarçoveya têkbirina projeya demokratîk de pêk tên.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk ku nûnertiya Îxwan Muslimîn dike. Ji bo pêkanîna armancên xwe jinan dikin hedef, ji ber vê yekê em wek jinên Efrîn û Şehbayê bi îsrar in ku têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Şoreşa jinan misogeriya azadiya civakê ye û dê hemû komployên li ser destkeftiyên me têk bibe."

Di daxuyaniyê de bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember bûyerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta Şengalê diqewimin, hate şermezarkirin, her wiha hikumeta Şamê ku heta niha diyaloga sûrî-sûrî ji bo çareserkirina krîzê re red dike, hate şermezarkirin.

(dx)