Li Iraqê 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê ragihand ku di bombebarana hêzên hewayî yên artêşa Iraqê de li derdora paytext Bexdayê 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li Iraqê 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
25 ÇILE, 2022   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê, bi daxuyaniyekê li ser mijarê agahî da.

Li gorî daxuyaniyê, piştî wergirtina agahiyên pêbawer, hêzên hewayî yên Iraqê, li devera Ekîlî ya navçeya Tarmiyeyê, ketin nava liv û tevgerê.

Li vê herêma ku li bakurê paytext Bexdayê ye, di encama bombebaranê de, 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Duh jî li parêzgeha Selahaddîn, di bombebarana balafirên Iraqê de, 4 çeteyên DAIŞ'ê hatibûn kuştin.

Heman rojê li bajarokê Daqoqê yê Kerkûkê di encama êrişeke bombeyî de, 3 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dabûn.