Li dora girtîgeha Sînaa niha aramî heye û operasyonên lêgerînê berdewam in

Li taxa Xiwêran li aliyê başûrê bajarê Hesekê piştî çar rojan ji şer û operesyonên lêgerînê yên berfireh, niha aramî heye.

Li dora girtîgeha Sînaa niha aramî heye û operasyonên lêgerînê berdewam in
25 ÇILE, 2022   09:34
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji taxa Xiwêran ragihand ku ji saetên sibehê ve piştî ku hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê şaneyên DAIŞ'ê yên ku hewl didan alîkariyê bidin çeteyên di hundirê girtîgehê de, dorpêç kirin, niha rewşeke aram heye.

Têkildarî geşedanên dawî û tevgerên şaneyên DAIŞ'ê yên ku êrişî girtîgehê kirine di roja pêncan de, nûçegihanê me diyar kir ku piştî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hin avahiyên din xistin bin kontrola xwe, çeteyên DAIŞ'ê tenê li hin avahiyên girtîgehê de mane.

Operasyonên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li avahiyên ser bi girtîgehê û hin kolanên taxa Xiwêran ji aliyê rojhilat û başûrê wê ve tên lidarxistin, her wiha helîkopter û balafirên şer ên koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê li asîmanê herêmê digerin.

(dx)

ANHA