Çeteyên dewleta Tirk 2 hevjînên hev li Efrînê revandin

Çeteyên polîsên leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker du hevjînên hev yên ji gundên Qitmê yê Efrîna dagirkirî, revandin.

Çeteyên dewleta Tirk 2 hevjînên hev li Efrînê revandin
25 ÇILE, 2022   09:15
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji hundirê Efrînê ragihand ku çeteyên polîsên leşkerî yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker du hevjînên hev; Adil Oso (43) û Xedîce Oso yên ji gundê Qitmê ya girêdayî navçeya Şera revandine.

Çavkanî da zanîn ku her du kes dema ku derbasî bajarê Efrînê dibûn, di 19`ê vê mehê de hatine revandin û heta niha tu agahî li ser wan tune ne.

ANHA