Ma ji bo sekinandina dîktatorekî êdî çi lazim e?-ŞUKRU GEDÎK

Ma ji bo sekinandina dîktatorekî êdî çi lazim e?-ŞUKRU GEDÎK
25 ÇILE, 2022   08:34

Gelê Rojava dîsa di 20’ê Çileyê bi planeke xeternak a dewleta Tirk re rû bi rû ma. 20’ê Çileyê salvegera dagirkirina Efrînê ye. Êrişa berfireh a DAIŞ’ê bi êrişa li ser girtîgeha li Hesekê re sînordar ma. Her ku nepeniyên êrişê aşkera dibin, armanca plana êrişê ya hovane jî derdikeve holê ku armanc ne tenê girtîgeh bû, lê Rêveberiya Xweser bi giştî bû.

Çeteyên DAIŞ’ê yên li girtîgeha li Hesekê têne girtin, dehbeyên herî xeternak ên cîhanê ne. Hewldana revandina wan ne tiştekî normal e ku ew kes ji kuştina mirovan û sûckirinê zewqê hildidin. Ev çeteyên DAIŞ’ê ji bo tevahiya mirovahiyê xetere ne û hewldana revandina wan ji girtîgehê, planeke tirsnak e. Ev plan, ji kîjan bawerî, nîjad, temen, ziman an jî zayendê be, bandorê li her kesî dike.

Gele Rojava û hêzên wê yên parastinê li hemberî komikên DAIŞ’ê serkeftina xwe îsbat kir û îro careke din derket holê ku wan gelek tişt dîyarî mirovahiyê kirine. Ji ber vê yekê jî şoreşa Rojava ne tenê ji bo Rojava, her wiha ji bo tevahiya cîhanê wateya xwe mezin e. Hiştina wan çeteyên DAIŞ’ê di bin kontrola rêveberiya Rojava de jî ji bo gelen cîhanê şansekî mezin e. Divê girîngiya vê yekê bê zanîn. Ji ber ku dewleta Tirk wan çeteyan li gelek deverên cîhanê ji bo êrişên xwe yên dagirkirinê bi kar tîne. Mînaka herî berbiçav jî dagirkeriya li ser Rojava û sûcên wê yên dermirovî ne.

Êrişa li Hesekê, planeke dewleta Tirk e ku wê kontrol kiriye û bi rê ve biriye. Ev êriş hewldana vejandina cara duyemîn a DAIŞ’ê ye û pê xwestin çeteyên di girtîgehê de birevînin. Çeteyên ji girtîgehê derxistine, dê bi çeteyên din re bibûna yek û gelê Hesekê di nava gola xwînê de bihişta. Çete hem di ser Sûriyê re hem jî di ser Iraqê re anîn û hewl dan wan derbasî Holê bikin da ku ji nû ve gelek deveran bixin bin kontrola xwe. Bi ser de jî li gel çeteyên ji Tirkiyê derbasî Sûriyê kirine, dê Reqa ji du milan ve dorpêç bikirana ku DAIŞ’ê berê ji xwe re kiribû navend û Rojava bi yekcarî desteser bikira. Di çarçoveya vê senaryoyê de şaneyên DAIŞ’ê tev gerandin.

Armanca wan Rêveberiya Xweser û saziyên wê, navendên Asayîşê û QSD’ê û her wiha baregehên hêzên Koalîsyona Navneteweyî bûn. Haya DYA û Rûsyayê jî ji vê planê heye. Lê dîsa jî êrişên dewleta Tirk nasekinin an jî nayên sekinandin. Ji bo ku cîhan dîktatorekî bisekinîne ma êdî çi lazim e?

Rêvebriya Xweser bi derfetên xwe yên kêm hewl dide wan çeteyan kontrol bike lê dewletên ku ew çete welatiyên wan in jî, bê deng in. Xwedî li wan çeteyên welatiyên xwe dernakevin û barekî giran li ser Rêveberiya Xweser çêdikin. Xwe ji ewlehî, darizandin û mesrefên çeteyan dûr digirin. Welatên Ewropayê li hember gefên dewleta Tirk ên têkildarî penaberan, gelek pere dan lê di vê mijara gelekî hesastir de enîşka xwe nîşan didin. Ma penaber ji çeteyên DAIŞ’ê xeternaktir in?

Çeteyên DAIŞ’ê li Tirkiyê ji xwe re baregeh çêkirine, bi hikumeta Tirk re planên xwe yên li dijî Rojava çêdikin û dema ku wan planan çêdikin jî, ne mimkun e ku haya DYA, YE û Rûsyayê jê tune be. Mijareke din a girîng jî ev e ku her çend rêxistinên îstîxbaratê bi vê planê dizanîn jî, tu helwest nîşan nedan.

Rejîma Sûriyê diyaloga li Rêveberiya Xweser re qebûl nake û ev jî nîşan dide ku bi girîngiya xetereya DAIŞ’ê nizane. Heke Rojava bikeve bin kontrola DAIŞ’ê, ev di serî de ji bo Esad dê bibe gef. Dewleta Tirk careke din nîşan da ku ne rejîma Esad ne jî Rêveberiya Xweser naxwaze. Hêzeke wekî DAIŞ’ê ku her tim di bin kontrola wê de be, ji bo kontrolkirina herêmê dê ji dewleta Tirk re vebijêrkeke çêtir be. Êrişa li ser girtîgeha Hesekê divê wiha were şîrovekirin.

Gelê Rojava hovîtiya DAIŞ’ê dîtiye û bi vê êrişê re careke din dît ku xetere li ber derî ye. Ji bo ku li hemberî vê planê parastina xwe bike, divê gelê Rojava xwedî wê hişmendî, birêxistinbûn û alavan be. Bi tenê têkbirina DAIŞ’ê têrê nake, divê heta ku êdî careke din nekare serê xwe rake, li hemberî wê têkoşîn hebe. Ji têkoşîn an jî timî jiyîna li gel xetereyê wêdetir tu vebijêrk tune ne ku ev yek bi vê êrişê re careke din xuya bû.

Dewleta Tirk organîzatora vê êrişê ye û heke li hemberî wê helwesteke zelal çênebe, êrişên DAIŞ’ê dê bidomin. Divê gelen Ewropayê li hember hevkariya DAIŞ û Erdogan helwesta xwe diyar bikin ku ev ji bo wan jî xetere ye. Divê zextê li hikumetên xwe bikin, destekê bidin Rojava û piştgiriya wê bikin. Ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê her tim hewcedarî bi hevgirtina enternasyonal û ruhê Kobanê heye.