​​​​​​​QSD: Me 9 dîlên xwe ji girtîgeha Sînaa rizgar kirin

QSD`ê ragihand ku 9 karmendên girtîgeha Sînaa rizgar kirin. Her wiha diyar kir ku di operasyonên duh de li taxên Xiwêran û Zihûr û derdora çemê Xabûr li başûrê Hesekê 17 çete hatin kuştin.

​​​​​​​QSD: Me 9 dîlên xwe ji girtîgeha Sînaa rizgar kirin
25 ÇILE, 2022   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) vê sibê daxuyanî da û tê de eşkere kir ku operasyon li girtîgeha Sînaa û rojhilatê gundewarê Dêrazor û Reqayê berdewam in.

Daxuyanî wiha ye

"Duh êvarê, hêzên me 9 karmendên girtîgeha Sînaa ji destê DAIŞ`ê xilas kir û birin cihekî ewle.

Li taxa Zihûr operasyonên lêgerînê yên hêzên me li dijî terorîstên DAIŞ`ê berdewam in ku xwe di malên sivîlan de asê kirine. di encamê de 5 terorîstên xwekuj ên êrişker hatin kuştn.

Li taxa Xiwêran a rojhilat, hêzên me operasyoneke serdegirtinê li dar xist, di encamê de şer derket û 9 çete ku 2 jê çeteyên xwekuj bûn, hatin kuştin.

Li aliyê çemê Xabûr ê başûrê Hesekê, hêzên me operasyonên paqijkirinê li dijî çeteyên DAIŞ`ê ku plan dikirin alîkariya çeteyên ku di girtîgehê de ketine dorpêçê bikin, di encama wê operasyonê de 3 çete hatin kuştin.

Hêzên me bi baldarî operasyonên ewlekarî û leşkerî li girtîgeha Sînaa û derdora wê, gundewarê Dêrazorê yê rojhilat û li herêma Reqayê didomînin.

 (şx)

ANHA