​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Sûdanê gelek xwepêşandêr hatin kuştin

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî xwepêşandanên li Sûdanê, peyamên hedefgirtina baregehên Amerîkayê yên li Îmaratê û hilbijartinên Lîbyayê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Sûdanê gelek xwepêşandêr hatin kuştin
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Sûdanê gelek xwepêşandêr hatin kuştin
​​​​​​​Rojnameyên erebî: Li Sûdanê gelek xwepêşandêr hatin kuştin
25 ÇILE, 2022   08:50
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DI XWEPÊŞANDANÊN LI XERTÛMÊ DE GELEK XWEPÊŞANDÊR HATIN KUŞTIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî xwepêşandanên li Sûdanê wiha nivisî: “Di xwepêşandanên duh de li derdora Qesra Komarê ya li Xertûmê herî kêm xwepêşandarek hat kuştin û bi dehan birîndar bûn. Bi vê daneyê re hejmara xwepêşandêrên ku bi guleyêb hêzên ewlehiyê hatin kuştin, bû 74.

Li Xertûmê li dijî derbeya leşkerî careke din xwepêşandanan dest pê kir. Lê hêzên ewlehiyê tundî li dijî wan bi kar anî. Li aliyekî din Partiya Neteweyî (Ume Qewmiye) ji fermdarê artêşê Ebdulfetah El-Burhan xwest yekser desthilatê radestî sivîlan bike.

Li Xertûm, Um Derman û Xertûm Behrî hêzên artêşê bi awayekî zêde belav bûn. Hêzên taybet jî li derdora fermandariya giştî û Qesra Komarê bi cih bûn.”

‘PEYAMÊN HEDEFGIRTINA HÊZÊN AMERÎKAYÊ YÊN LI BAREGEHÊN LI ÎMARATÊ’

Têkildarî hedefgirtina hêzên Amerîkayê yên li Îmaratê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Hedefgirtina hêzên Amerîkayê yên li baregehên Îmaratê, gelek peyamên Îranê nîşan didin ku armanc ne îmaratî yan jî siûdî ne, lê belê amerîkî û berjewendiyên wan ên li Kendavê ne. Hûsiyên ku moşek avêtine, tenê peyamên Îranê gihandin aliyên têkildar.

Tê destnîşankirin ku moşekên di vê êrişê de hatine bikaranîn, heman cureya moşekên Îranê ne ku li dijî baregeha Eyn El-Esed bi kar anîne. Îranê wek bersiva kuştina fermadarê Feyleq El-Quds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî navê ‘Eyn Esed’ lê kir. Lê Hûsiyan ev moşek bi ‘Zû El-Feqar’ bi nav kirin.

Li gorî çavdêran, Îran bi teşwîqkirina Hûsiyan ku Îmaratê bikin hedef, hewl dide qada şer firehtir bike û nakokiyeke fireh li herêmê peyda bike da ku DYA neçar bimîne tev li dan û standinên nukleerî bibe. Ji bo Amerîkayê ev peyam diyar e. Lê nayê zanîn bê ka dê bersiva wê çawa be, gelo dê Îran anku Hûsiyan bike hedef. An jî dê bê deng bimîne?”

`HILBIJARTIN Û DESTÛR XETÊN ÇARESERIYA SIYASÎ YA LI LÎBYAYÊ NE`

Têkildarî rojeva Lîbyayê jî rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Komîteya Nexşerêya Hilbijartinan a Parlamentoya Lîbyayê ragihand ew bi meclisa şêwirî ya dewletê re gihaştiye lihevkirinekê da ku komîteyek ji bo sazkirina destûrê were avakirin. Ev komîte ji endamên parlamento û pisporên qanûnî pêk tê.

Serokê parlamentoyê Eqîle Salih got: “Dema hikumeta heyî ji 24`ê Kanûnê ve bi dawî bûye. Divê komîteyek bi erêkirina her du meclisan were avakirin da ku hinek xalên destûrê werin guhertin.”

(şx)