Cotkar ji ber barîna berfê keyfxweş in

Di vê mehê de li çend herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berf bariya. Cotkar dibêjin ev sal ji bo wan saleke bi xêr e. Endazyarekî çandiniyê jî got dê bandoreke erênî li aboriya herêmê bike.

Cotkar ji ber barîna berfê keyfxweş in
25 ÇILE, 2022   07:52
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Par ji ber kêmbûna baranê û şewitandina zeviyên çandiniyê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berhemên çandiniyê mîna genim, nîsk, ceh, kemûn, nok û gijnîjê kêm bûn.

19’ê vê Çileyê berf û seqemê li herêmê da. Der barê vê yekê de cotkarê bi navê Hemîd Kenan ê ji gundê Tûkê yê Qamişloyê nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir.

Kenan wiha got: “Bi vê berfê re dê erd sist bibe û rehetiya xwe di berhemdayînê de bistîne. Xelk ji seqem û qeşayê aciz dibe, lê ew gelekî sûdê dide zeviyên çandiniyê. Sala ku qir û qeşa neyê, zeviyên çandiniyê nexweş dibin.”

Hemîd Kenan destnîşan kir ku salên berê parastina zeviyên xwe dikirin û wiha dom kir: “Dijmin bi şewitandina zeviyên çandiniyê dixwaze derbeyê li gel bixe, ji ber ku dema çandinî tune be aboriya herêmê lawaz dibe. Li her gundekî divê baldarî û parastin hebe.”

Li gorî daneyên Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di dema çinîna mewsima sala 2019`an de ji ber şewatên bi zanebûn, 435 hezar û 500 donim zevî şewitîn û 14 sivîl, leşker, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên tîmên agirvemirandinê dema şewat vedimirandin, şehîd ketin. Di sala 2020`an de jî derdora 19 milyar lîreyên Sûriyê zirar çêbû.

Hemîd Kenan (83) wiha dewam kir: “Salên berê, cotkaran aliyekî erdê xwe yê çandiniyê diçand û aliyê din şov dihiştin û dikirin baxçeyên sebzeyan. Berê heke cotkarek bê baxçe maba, jê re mîna şermekê bû, her malbatek divê xwedî baxçe bûya.”

Cotkarê bi navê Mihemûd Ebdo ji gundê Doda yê Qamişloyê ye û xwedî 50 donim zevî ye. Ebdo got: “Min nîvê erdê xwe şov hiştiye, ez ê bikim sebze û fêkî. Di salên borî de ji ber hişkesaliyê tevî ku zeviyên min ên çandiniyê avî bûn jî, ji ber xerckirina mazotê me zirar dît.”

HETA NIHA RÊJEYA BARÎNÊ GIHAŞTIYE KÎJAN ASTÊ?

Rêveberê Yekitiya Endezyarên Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mezher Hemîka, li ser rêje û sûda barîna berfê li zeviyên çandiniyê wiha got: “Dawiya 2021’an baraneke baş hat.  Berfa ku îsal barî derdora 30 cm erd girt. Tê payîn ku îsal sala xêrê be û erda me berhem bide.”

Mezher Hemîka di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku heger rêjeya baran û berfê bigihêje 200 mm dê mewsim baş be û got: "Par rêje tenê gihaştibû 150 mm. Îsal heta niha derdora 100 mm hatiye.”

Hemîka li ser bandora qeşa û seqemê li zeviyên çandiniyê jî ev tişt diyar kir: "Qeşa nahêle kurmên erdê çêbin. Nahêle nexweşiyên zeviyan derkevin.”

Mezher Hemîka wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke her gundî an hemwelatiyek di mala xwe de parçeyek ji zeviyên xwe bike baxçe û sebzeyan lê biçîne, ew ê aboriyeke baş çêbe.”

ANHA