QSD’ê nasnameyên leşkerî ji hin şervanan girt ku rêgezên exlaqî bin pê kirin

QSD’ê ragihand ku, li Hesekê di dema girtina endamên DAIŞ’ê de hin şervanên wan ji ber ku nirx û rêgezên exlaqî bin pê kirine, nasnameya wan a leşkerî ji wan hatiye girtin û ew rakirine dozgeriya taybet.

QSD’ê nasnameyên leşkerî ji hin şervanan girt ku rêgezên exlaqî bin pê kirin
24 ÇILE, 2022   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandinê QSD'ê daxuyaniyek da û wiha tê de hate gotin: "Dema girtina gelek terorîstên DAIŞ’ê yên ku êrişî girtîgeha Sînaa ya Hesekê kirin, wêneyen ku nayên qebûlkirin li ser tevnên civakî hate belavkirin. Ew şervanên di wêneyê de derketine nasnameya wan a leşkerî ji wan hat girtin û ji nava hêzên me hatin derxistin. Ji ber ku wan nirx û rêgezên exlaqî û leşkerî yên QSD’ê bin pê kirin me ew sewqî dozgeriya taybet kirin."

(fr)

ANHA