​​​​​​​Li Tebqayê êrişên li ser girtîgeha Xiwêran hate şermezarkirin

Meclisa Malbatên Şehîdan û Kombûna Jinan a Zenûbyayê ên Tebqayê got Meclisa Ewlehiyê ya NY û rêxistinên navneteweyî berpirsên êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê ne. Her wiha piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker di vê êrişê de desteka çeteyan dike.

​​​​​​​Li Tebqayê êrişên li ser girtîgeha Xiwêran hate şermezarkirin
24 ÇILE, 2022   13:07
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan û Kombûna Jinan a Zenûbyayê ya Tebqayê du daxuyaniyên cuda têkildarî êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê dan.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Foza El-Mihemed daxuyaniya meclisê xwend û tê de got: “Serkeftinên ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) pêk anîne, komployên dijminan di sêrî de dewleta Tirk têk birin. Ji ber wê bi rêya şane û çeteyên xwe hewl da ewlehiya herêmê têk bibe.

Ji ber wê yekê dewleta Tirk plan kir ku serçeteyên DAIŞ`ê yên di girtîgeha Sînaa ya li Hesekê birevîne.

Em bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê bi lez erkên xwe bînin cih."

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Tebqayê jî bi daxuyaniyekê bal kişand rola hêzên leşkerî û destnîşan kir ku hêzên wan bi salan e ku bi erka xwe radibin û ewlehî û istîqrara herêmê û cîhanê diparêzin, tevî ku gelek hewldan hatin kirin ku keda û fedekariya wê vala derxin.

Nivîsgehê bang li civata navneteweyî kir ku piştgiriya QSD`ê ku li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê kir, bikin. Her wiha fişarê li dewleta Tirk bikin da ku desteka ji komên terorîst re pêşkêş dike rawestîne."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Dphi6OYLIY0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>