QSD: Yên di dîmena DAIŞ’ê belav kiriye de derketin, karkerên xwaringeha girtîgehê ne û têkilî qut in

QSD’ê da zanîn ku kesên hatine revandin ên di dîmena ku çeteyên DAIŞ’ê belav kirine de hatine derketin, karkerên xwaringeha girtîgehê bûn û di dema êrişî de têkilî qut bûn.

QSD: Yên di dîmena DAIŞ’ê belav kiriye de derketin, karkerên xwaringeha girtîgehê ne û têkilî qut in
22 ÇILE, 2022   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Ferhad Şamî têkildarî dîmena ku çeteyên DAIŞ’ê belav kiriye ku tê de hejmarek ji revandiyan di destê çeteyan de heye wiha got: "Ragihandina girêdayî çeteyên DAIŞ’ê dîmenek belav kir û tê de gelek revandî hene. Em piştrast dikin ev kes karkerên xwaringeha girtîgehê ne û di dema êrişa yekemîn a şaneyên terorîst li ser girtîgehê de têkiliya hêzên me bi wan re qut bûn."

(fr)

ANHA