Kongreya diyaloga Erebî – Kurdî bi dawî bû

Kongreya diyaloga Erebî – Kurdî ku îro li Emanê paytexa Urdunê bi dirûşmeya "Ereb û Kurd.. diyalog rêya pêşeroja hevbeş e" hate lidarxistin, bi dawî bû. Armanc ji lidarxistina kongreyê ku rêbazên xurtkirina têkiliyên di navbera Kurd û Ereban de peyda bike. Ev jî bi daxuyanî û hin pêşniyaran, bidawî bû.

Kongreya diyaloga Erebî – Kurdî bi dawî bû
22 ÇILE, 2022   21:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi vexwendina ji aliyê Navenda El-Qudis a Lêkolînên Siyasî û Komîteya Însyatîfa Kurdî – Erebî di KNK`ê de, kongreyê diyaloga Erebî – Kurdî û rêbazên xurtkirina wê îro li Umanê li dar xist. Bi dehan kesayetên ji Urdun, Filistîn, Misir, Lubnan, herêma Başûrê Kurdistanê û Ewropayê beşdarî kongere bûn.

Di kongreyê de Navenda El-Qudis a Lêkolînên Siyasî mamoste Erîb El-Rentawî, endamê komîteya însiyatîfa Kurdî – Erebî di KNK`ê de mamoste Refîq Xefûr axivîn. Di kongreyê de 3 beş hatin nîqaşkirin. Di her beşekî de hin mijar hatin nîqaşkirin û pêşniyar hatin kirin.

piştê wê xebatê kongreyê bi daxuyaniyekê bidawî bû.

Daxuyanî wiha ye:

"Di vê pêvajoya dîrokî û girîng de ku herêma Rojhilata Navîn di nava şer û nakokiyan de dijî da ku destkeftiyên gelên herêmê ji aliyê dewletên bi hêz û projeyên berfirehkirinê bixin bin serweriya xwe, me kongreya xwe li dar xist. Lidarxistina kongreyê li Emanê diyar dike ku armanca wê diyalogên avakar di navbera pêkhateyên cûda yên herêmê de ye.

Sîstema cîhanê azaran dikişîne û bi hemû hêza xwe hewl dide ji krîza binyad derkeve, dixwaze wê yekê jî bi rêya jinûve nexeşkirina sînorên me yên siyasî, civakî, çandî û erdnîgarî bike. Lê tevî gelên herêmê ji ereb, kurd, tirkmen, asûrî û pêkhateyên din nerazî ne dixwaze bi zorê bike. Ev gel ên resen li herêmê ne û ne pêkan e ji hev werin cudakirin. Ji ber dîrok û çanda wan hevbeş e û sedema mayîna wan a heta niha jî ev e.

Di çarçoveya tevlihevî û aloziyê de me kongreyê xwe li Emanê li dar xist. Di kongreyê de gelek dozên ku herêm ji ber wan zehemtiyan dikişîne hatin nîqaşkirin. Lidarxistina kongreyê hewldana vegerandina baweriya di navbera gelên herêmê de ye û tê de dozên ku zehemtiyan ji ber wan dibînin nexasim çawaniya derketina ji aloziya dewleta netewperest, olî û mezhebî hate nîqaşkirin.

Kongreyê girîngî da diyalog û zelalbûnê ji bo çareserkirina doz û nakokiyên li Rojhilata Navîn. Dema ku tu pirsgirêk hebin, rêbazên qanûnî û destûrî werin bikaranîn.

Her wiha kongreyê îşaret bi diyaloga çandî di navbera gel û baweriyên li herêmê de kir.

Kongreyê girîngî da projeya neteweya demokratîk û dewleta welatbûnê ku di avakirina pêşerojeke xweş li herêmê de esas were girtin.

Ji bo pêşxistin û parastina nirxên çandî, demokrasî, civakî û siyasî yên hevbeş ji gelên herêmê re, dixebite.

Destekê dide doza jin û wekheviya bi mêr re di hemû aliyan de.

Sîstemên yekane, dîktator, yek partî, siyaseta navendî rêbazên ku di avakirina dewleta welatbûnê de li gorî nasnameya niştîmanî, têk çû.

Demokrasî, federalî û nenavendbûn misogeriya pêşxistina azad ji welat re ne.

Ji pêdiviyên dewleta welatbûnê ya nûjen têkiliya di navbera gelên Ereb û Kurd de ye. Ew jî ji ber dîrok, çand û çarenûsa hevbeş e.

Divê kongre û hevpeyvîn di navbera gelên ereb û kurd de werin lidarxistin û tê de ciwan û jin bi awayekî berfireh hebin.

(bx)

ANHA