7 çeteyên din di operasyona li Xiwêranê de hatine kuştin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevniya QSD’ê operasyonek li derdora girtîgeha Xiwêran dane destpêkirin, heta niha 7 çeteyên din ên şaneyên DAIŞ’ê hatin kuştin, bi wê re îro hejmara kuştiyên şaneyan bû 27.

7 çeteyên din di operasyona li Xiwêranê de hatine kuştin
22 ÇILE, 2022   16:41
HESEKÊ          

Nûçegihanê me ji hundirê taxa Xiwêran daxuyand ku vê êvarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 7 çeteyên din ên DAIŞ’ê di operasyonê de kuştine, ew jî piştî operasyona li taxa goristana rojhilatê girtîgehê bi dawî bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştevaniya QSD’ê vê duh sibehê operasyoneke berfireh li derdora girtîgeha Xiwêran û taxa Zihor ji bo serdegirtina şaneyên DAIŞ’ê yên êrişî girtîgehê kiribûn, dabûn destpêkirin.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê berêvarê ragihandibû ku 20 çeteyên şaneyên êriş kirine hatine kuştin û vê êvarê jî 7 çeteyên din hatin kuştin. Hejmara giştî bû 27.

Nûçegihanê me eşkere kir ku operasyona li taxa Zihor a rojavayê girtîgehê, li derdora girtîgeha Xiwêran û avahiyên li başûr û bakurê girtîgehê yên ji çerxeriya Basil heta bi çerxerêya Panorama ya başûrê Hesekê ve berdewam e.

(fr)

ANHA