Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Dêrazorê mayînek bêbandor kir

Tîma endazyariyê ya bêbandorkirina mayînan a girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn mayînek li bajarokê Hîsan ê gundewarê rojavayê Dêrazorê bê bandor kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Dêrazorê mayînek bêbandor kir
22 ÇILE, 2022   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn destnîşan kir ku piştî welatiyekî agahî da ku li ser rêya bajarokê Hîsan tiştekî bi guman heye, yekser hêzên wan û tîma endazyariyê ya bêbandorkirina mayînan berê xwe da wê deverê û herêm dorpêç kir.

Tîma endazyariyê ew tiştê bi guman bê bandor kir û piştre hate eşkerekirin ku mayînek ji bo teqandinê ji dûr ve hatiye bicihkirin û ew mayîn rakir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bang li welatiyan kir ku dema we dît tiştekî bi guman heye agahiyê bidin da ku aştî û ewlehiya herêmê were parastin.

Ev yek bi rasthatina êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Xiwêran a bajarê Hesekê, êrişa artêşa Tirk li ser navçeya Eyn Îsa û sewqiyetên wê yên leşkerî li eniya şer a navçeya Til Temirê, pêk hat.

(eh)