Şengalî şehîdên xwe bi karwanekî bi heybet ber bi goristana şehîdan ve dibin

Fermandarê YBŞ’ê Azad Êzdîn û Enwer Tolhildan ku di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn. Îro cenazeyên wan bi karwanekî girseyî berbi goristana Ş. Dilgeş û şehîd Berxwedan ve birêketin.

Şengalî şehîdên xwe bi karwanekî bi heybet ber bi goristana şehîdan ve dibin
22 ÇILE, 2022   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh piştî nîvro balafira bêmirov a artêşa Tirk ya dagirker li Geliyê Şilo 2 wesayîtên hêzên parastina Şengalê kirin hedef. Di encama êrişê de fermandarekî YBŞ’ê Azad Êzdîn û şervanê YBŞ’ê Enwer Tolhildan şehîd bûn.

Îro piştî cenaze ji nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hatin girtin, tevî hewldanên astengkirinê yên artêşa Iraqê jî gelê Şengalê li dora şehîdên xwe kom bûn û nerazîbûnên tund nîşandan.

Piştî wecîbeyên olî cenaze berbi goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan ve bi karwanekî girseyî ya wesayîtan bi rêket. Karwanê şehîdan ku hîn di rê de ye, piştî ku bigihêje goristanê wê cenazeyên şehîdan bi merasîmeke leşkerî werin oxirkirin.