Ajansa me geşedanên dawîn ên li derdora girtîgeha Xiwêran şopandin

Ji duh û vir ve şerên di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD û çeteyên şaneyên DAIŞ`ê de berdewam in ku êrişî girtîgeha Xiwêran kir.

Ajansa me geşedanên dawîn ên li derdora girtîgeha Xiwêran şopandin
22 ÇILE, 2022   10:11
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) çeteyên DAIŞ`ê di taxa Zihûr û avahiyên li rex girtîgeha Xiwêran de dorpêç kirin.

Hemwextî şerên domdar, Hêzên Ewlekariya Hundirîn qedexeya giştî li bajêr ragihand da ku sivîlan biparêzin û tevgerên çeteyan li derveyî dîwarên girtîgehê sînordar bikin.

Şaneyên DAIŞ`ê xwe di taxa Zihûr de asê kir û sivîlên ku nexwestin alîkariya wan bikin, kirin hedef. Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh di encama avêtina guleyan bi awayekî ketober de ji aliyê çeteyan ve 3 sivîl şehîd bûn.

Duh çeteyan sivîlên li taxa Zihûr û herêmên li aliyê bakurê girtîgehê wek mertal bi kar anîn, da ku operasyonên QSD`ê asteng bikin.

Beramberî wê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD`ê derxistina sivîlan ji herêmê li gel tedbîrên  ewlehiyê hêsan kir da ku ji aliyê çeteyan ve wek mertal neyên bikaranîn.

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di dauxyaniyeke xwe de destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ`ê nehiştin zêdetirî 289 malbatên ji taxa Zihûr ji malên xwe derkevin.

Li gorî heman daxuyaniyê, di girtîgeha Sîna ya Xiwêran de, çete bi xwe bi hev ketin û derdora 7 çete hatin kuştin ku hewl didan xwe radestî QSD`ê bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD`ê hewl dide çeteyên DAIŞ`ê neçar bike ku xwe teslîm bikin.

Li gorî Nivîsgeha Ragihandê ya Hêzên Ewlekariya Hudnirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di encama şerên rû dane de, 7 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûne û endamekî din bi navê Xalid El-Ilêwî şehîd bûye.

Her wiha li gorî Navenda Ragihandinê ya QSD`ê; hêzên wan hewldana revînê ya zêdetirî 120 çeteyên DAIŞ`ê yên girtî têk bir.

Di şopandina êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser girtîgeha Sîna ya Xiwêran de duh nûçegihanê ajansa me Basil Reşîd bi du guleyan birîndar bû. Bijîşkan diyar kir ku rewşa wî aram e.

(şx)

 

ANHA