​​​​​​​Rojnameyên erebî: YE`yê Beriya pêkanîna çareseriyeke siyasî piştgiriya Sûriyê nake

Rojnameyên erebî vê sibê têkildarî rapora YE`yê ya têkildarî Sûriyê, alozbûna rewşa Sûdanê piştî ku El-Burhan 15 wezîr erkdar kirin û rewşa siyasî ya li Lubnanê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: YE`yê Beriya pêkanîna çareseriyeke siyasî piştgiriya Sûriyê nake
22 ÇILE, 2022   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

"YEKÎTIYA EWROPAYÊ BERIYA ÇARESERIYA SIYASÎ YA TOYAKUN PIŞTGIRIYA JINÛVE AVAKIRINA SÛRIYÊ NAKE "

Di kar û barên Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Yekitiya Ewropayê (YE) careke din got ew piştgiriya ji nû ve avakirinê li Sûriyê nake, heke veguhastineke siyasî ya giştî û rastteqîn li Sûriyê pêk neyê. Her wiha bang li hemû aliyan kir ku pabendî agirbestê bin û piştgiriyê bidin xebatên aştiyê ya bi sponseriya NY`yê.

YE`yê di rapora xwe de ya têkildarî Sûriyê ku beriya du rojan dabû, got: “Alozî li welêt berdewam e, YE`yê pabendî yekitî û serdestiya Sûriyê ye. Ji bo çareserkirina vê aloziya domdar, veguhastineke siyasî ya rasteqîn û giştî pêwîst e. Divê ev çareserî li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê 2254 û daxuyaniya Cinevê ya sala 2012`an be.”

YE`yê di rapora xwe de bang li hemû aliyan û rejîma Sûriyê kir ku tev li xebatên siyasî bibin.

YE`yê diyar kir ku divê sedemên aloziya penaber û koçberan werin çareserkirin û dema veguhastineke siyasî ya giştî û rastteqîn li Sûriyê destpê bike wê demê dê destekê bide xebatên ji nû ve avakirinê li Sûriyê.”

`EL-BURHAN ÇARESERIYÊN LIHEVKIRINÊ TÊK BIRIN`

Girêdayî rojeva Sûdanê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Rewşa li Sûdanê girêktir bû piştî ku serokê Meclisa Serdestiyê Ebulfetah El-Burhan biryara erkdarkirina 15 wezîran da beyî ku serokê hikumetê hebe. Ev tê wateya ku El-Burhan her du meclisên serdestiyê û wezîran kontrol dike.

Xwepêşendanên li dijî deshtilata leşkerî li welêt berdewam in. Duh hêzên sivîl bi dirûşma “Îna Şehîd” dîsa xwepêşendan li dar xist.

Lêkolîner û analîzvanê siyasî Xalid Seed diyar kir ku gava El-Burhan avêtiye, diyar dike ku ew hewl dide banê hêviyên xwe yên siyasî di diyaloga nîştimanî de bilind bike ku tê payîn di demeke zû de bi navbeynkariyeke herêmî û navneteweyî li dar keve.”

`CIVÎNÊN MECLISA WEZÎRAN A LUBNANÊ DÊ DESTPÊ BIKIN`

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Piştî demeke dirêj, serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî benda tirsê û bendewariyê şikand û banga lidarxistina civîna meclisa wezîran kir ku duşemê lidar keve.

Ruxmî wê jî, çavkaniyên hikumetê diyar kir ku ev bang, nagihêje asta pêşbiniyeke cidî ku pirsgirêkên li welêt bi lez çareser bibin.”

(şx)